Li gundan hevdîtinên 'Dema Azadiyê': Bi Ocalan re wê her tişt biguhere 2021-08-08 17:42:44   COLEMÊRG - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ku serdana gundên Colemêrgê kir, diyar kir ku Ocalan hêviya gelan e. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku rexmî polîtîkayên înkar û îmhayê jî gelê kurd li vîna xwe xwedî derdikeve.      Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, di çarçoveya kampanya "Dema azadiyê" de li gundên Peyanis, Nîşê û Baleka yên Colemêrgê bi gel re hatin gelhev. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên rêxistinên navçe û navenda Colemêrgê jî tevlî serdanên gundan ên her du hevserokan bûn.    HÊVAIYA GELAN   Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, diyar kir ku desthilata AKP'ê bi "Plana Çokşikandinê" ya ku di civîna Lîjneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya sala 2014'an de biryara wê girtî ye êrişên xwe yên li dijî kurdan didomîne û wiha got: "Bi têkoşîna gelê me ev plan vala derket. Bi vê planê ji sala 2015'an ve tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Gavên şer bi tecrîdê avêtin. Armanca birîna dengê Ocalan bû. Lewre dengê Ocalan hêviya gelên Tirkiyeyê bû. Dengê Ovalan dengê jiyana azad e. Xwestin vî dengî qut û asteng bikin. Lê negihîştin armanca xwe."   ÇARESERÎ DIYALOG E   Di berdewamê de Ozturk, bal kişand ser girîngiya hevdîtinên ku bi Ocalan re hatin kirin û ev tişt gotin: "Di vê pêvajoyê de her tişt li Tirkiyeyê guherî. Gelên Tirkiyeyê vê guhertin dîtin. Ew jî têgihiştin ku bi şer ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Rêya tekane ya çareseriyê diyalog e. Ji ber ku li hesabê wan nehat pêvajoyê xera kirin. Gotin, 'Me di 40 salan de gelek tişt hîn kir û em bûn xwedî azmûn'. Hêvî kirin ku wê bi van azmûnan biqedînin lê bi serneketin. Em careke di dibêjin wê bi birêz Ocalan re her tişt biguhere."   'BI SERNEKETIN'   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî pîrozbahiyên Newroza Sala 2021'an bi bîr xist û wiha axivî: "Di Newrozê de bi milyonan kes azadiya Ocalan qêriyan û peyamên pêwîst dan. Di dîrokê de destpêkê gelên ermenî û suryanî qetil kirin û dan sirgûnkirin. Di roja me de jî dixwazin polîtîkayên înkar û îmhayê di ser kurdan de pêk bînin. Lê qedandina gelê kurd bi nexistin. Gelê kurd li vîna xwe xwedî derket."