Li Şirnexê 3 kesên brûskê li wan da birîndar bûn 2021-08-08 19:23:22   ŞIRNEX - Li Zozanê Faraşînê yê navçeya Elkê brûskê li 7 kesan da û 3 kes bi giran birîndar bûn.      Duh êvarê li Zozanê Faraşînê yê navçeya Elkê ya Şirnexê, brûskê li 7 kesên  ku pez diçirandin da. Hat hînbûn ku dema xwestine ji bo xwe ji baranê biparêzin derbasî binî darê bibin brûskê li wan daye. Welatiyên ku rewşê ferq kirine agahî dane Beşa Lezîn a 112'an û Cendirmeyan. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûne cihê bûyerê û wan rakirine Nexweşxaneya lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê. Hat hînbûn ku ji birîndaran rewşa 3 ji wan giran e û yên din tabûrcî bûne.