ROJEVA 9'Ê TABEXA 2021'AN 2021-08-09 09:00:01   * Hiqûqnasê cezayê Ercan Kanar, cezayê "muebbeta giran" ku bi sewqkirina biryara DMME'yê ya Ocalan a ji bo Konseya Ewropayê careke din hat rojevê nirxand û diyar kir ku divê cezaya muebeta giran bi dawî bibe û ev tişt got: "Tirkiye şertên Mandela bin pê dike."   * Sekreterê Giştî yê Komeleya Pira Gelan Yûsûf Ak, diyar kir ku nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe û bal kişand ser girîngiya piştevanî û rêxistinbûna li dijî nîjadperestiyê.   * Endamê Meclisa Ekolojiya HDK'ê ya Antalyayê Îsmet Papîla, diyar kir ku şewatên daristanan li ber çavan çêbûne û got ku şewatên daristanan encama kapîtalîzmî ne.   * Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 154'emîn de dewam bike.   * Wê di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de heyeta KCD û DBP'ê wê serdana esnafên sîteya pîşesaziyê ya Colemêrgê bikin. (10.00-17.00)   * Rojnameger Huseyîn Denîz, wê li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê li ser gora xwe bê bibîranîn. (17.30)