Li Stenbolê agahî ji 3 zarokên nayê girtin 2021-08-09 13:57:48   STENBOL - Li taxa Hadimkoy a navçeya Arnavûtkoyê ji duh êvarê 2 jê bira agahî ji 3 zarokan nayê girtin.    Li taxa Hadimkoy a navçeya Arnavûtkoyê ya Stenbolê, ji duh êvarê ve agahî ji Efsa (13) û Eslem Tuana Yüksel (15) ên birayên hev ku ji malbata xwe re gotin wê biçin seyranê û ji mal derketin û Nazar Memîş (11) nayê girtin. Ji ber ku zarok venegeriyan malê malbat derket lêgerîna wan û agahî dan polisan. Di encama xebatên ku hatin kirin de hat diyarkirin ku hatiye tespîtkirin ku Eslm Tûana li ser medya sanal bi kesekê re axiviye.    Xebatên lêgerîna zarokan didome.