Ev 14 roj in agahî ji koma di dorpêça PDK’ê de ye nayê girtin 2021-08-09 14:21:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji koma HPG'ê ya ji sê kesan pêk tê, ku tê gotin hêzên PDK’ê êrişî wan kiriye, agahî nayê girtin. Malbatên ku hewl didin agahî ji zarokên xwe bigirin, li bendêne ku PDK daxuyaniyê bide.   Li nêzî gundê Bêxme yê girêdayî navçeya Xelîfan a Herêma Federe ya Kurdistanê, ji komeke HPG’ê ya ji 3 kesan pêk tê ku di dorpêça PDK’ê de ne, 14 rojin agahî nayê girtin. Hêzên Parastina Gel (HPG) ku ji 26’ê Tîrmehê ve agahî ji 3 endamên xwe nagire, di 29’ê Tîrmehê de daxuyanî da bû çapemeniyê.   Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî yên Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG'ê ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) jê serwîz kir, hêzên PDK’ê êrişî koma ku kiriye dorpêçê kiriye. Ji herêma ku ketin û derketina wê hat qedexekirin, carek din agahî nehat girtin. Rayedarên PDK’ê heya niha derbarê bûyerê de tu daxuyaniyek nedaye.    DIXWAZIN PDK DAXUYANÎ BIDE   HPG’ê derbarê bûyerê de, di 31’ê Tîrmehê de, cara duyemîn daxuyanî da bû. HPG’ê, navên di komê de (Serwer Serhat, Dijwar Berxwedan û Wargeş Çavreş) da û bang li PDK’ê kir ku derbarê koma HPG’ê de daxuyanî bide. Lê ligel ku 14 roj bi ser bûyerê re derbas bûn jî, PDK’ê hîna tu daxuyanî ne daye. Piştî ku navên kesên di komê de hatin aşkere kirin, malbatên wan ketin nava tevgerê.    BAVÊ GERÎLA BANG LI BARZANÎ KIR   Malbatên Erdal Aslan (Serwer Serhat) ê ji navçeya Qereçoban a Erziromê, Ayhan Tatli (Wargeş Çevreş) ê ji navçeya Hezexê ya Şirnexê û Dijwar Berxwedan ê ji bajarê Hesekê yê Rojava xwestin ku rayedarên PDK’ê derbarê aqûbeta zarokên wan de daxuyanî bidin.   Bavê Dijwar Berxwedana Hesen Şerîf Xelef ê ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî, diyar kir ku kurê wî berî 4 rojan beşdarî HPG’ê bû ye. Xelef, bang li Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî û rayedarên partiyê kir ku derbarê aqûbeta lawê wî û hevalên kurê wî de, daxuyanî bidin.   Bav Hesen Şerîf Xelef, dayik Roza Welî Xelîl û birayên wî Kaya û Diyar Hesen Xelef, ji bo ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, çûn Deriyê Sînor ê Sêmalka.