ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2021'AN 2021-08-10 09:00:28   * Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, destnîşan kir ku Girtîgeha Îmraliyê bûye pêkanînên sereke yên hiqûqa înfazê ya Tirkiyeyê û got: "Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin."    * Li taxa ku ji bo projeya çêkirina rê, biryara xerakirina 60 xaniyan hatiye dayîn, gel nerihet e û kesên xaniyên wan hatine xerakirin jî konên xwe li ser kavilên xaniyan vedane.    * Cîgira Serokatiya ÎHD a Şaxa Amedê Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku kesên dezavantaj li ser medyaya sanal tên îstismarkirin. Demîr, anî ziman ku divê li hemberî rewşên wisa lêpirsîn bên destpêkirin.   * Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, destnîşan kir ku kurd gava biçin Lozanê divê yekîtiya xwe çêbikin û bi proje biçin. Her wiha Çîftyurek îşaret bi yekîtiyeke di ser perçeyan re kir û got: "Rojava ji bo yekîtiyê zemîn e."    * Wê çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê bê şopandin.   * Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, têkildarî hevdîtina gel a bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku di 14'ê Tîrmehê de bê lidarbixin wê daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)   * Di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de wê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya  DBP'ê Salîha Aydenîz li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi gel re bên gelhev. (11.30-17.00)   * Wê MEBYA-DER, têkildarî şandina cenazeyê Mahsûm Aslan ku bi kargoyê ji malbata wî re hatibûn şandin li Parqa Koşûyolûyê daxuyanî bide çapameniyê. (12.00)   * Wê HDP, di çarçoveya bernameya “Em HDP ne li her derî ne" de bi beşdariya endamên MYK û PM'ê li Tekîrdagê hevdîtinan bike û civînên gel li dar bixe. (13.30-18.00)