Kesên dezavantaj li ser medyaya sanal tên 'îstismarkirin' 2021-08-10 09:03:08     AMED - Cîgira Serokatiya ÎHD a Şaxa Amedê Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku kesên dezavantaj li ser medyaya sanal tên îstismarkirin. Demîr, anî ziman ku divê li hemberî rewşên wisa lêpirsîn bên destpêkirin.    Mirovên dezavantajî, bi dîmenên wan ên tên girtin li ser medyaya sanal tên îstsimarkirin. Yek ji van kesan Hîkmet Ûlûcan bi navê xwe yê dîtir Hîko ye ku li ser navê wî bi navê “Hiko baba_21” hesabek hatiye çêkirin û di vî hesabî de vîdeoyên wî li ser medyaya sanal tên parvekirin. Çendî ku ev vîdeoyên derî vîna Ûlûcan tên girtin û ji aliyê bi sedan kesî ve tên temaşekirin jî, lê ji ber ku kesekî dezavantajî ye, bi van parvekirinan tê "îstismar"kirin. Gelek derdoran bertek nîşanî vê yekê da.    BINPÊKIRINA MAFÊ MIROV   Cîgira Serokatiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Civaknas Ezgî Sila Demîr, anî ziman ku kesên dezavantajî li ser medyaya sanal tên îstismarkirin û vîdeoyên wan bi armanceke bazirganî tên çêkirin. Demîr, destnîşan kir ku her bûyereke ku bêyî rizaya mirov bê kirin, çendî di pergala hiqûqê de nehatibe pênasekirin jî lê bi awayekî aşkere binpêkirina mafê mirov e û ev yek "îstismar" bi xwe ye. Demîr got: "Çendî îstismar wekî êrîşeke cinsî bê fikirîn jî, divê neyê jibîrkirin awayekî tahdeyê ye jî. Her çalakiya bêyî rizaya mirov, binpêkirina mafê mirov e."    Demîr, destnîşan kir ku vîdeoyên tên girtin hem ji bo kesên dezavantajî hem jî ji bo girseya ku temaşe dike, pir bipirsgirêk e û got: "Vîdeoyên li ser Youtube an jî medyaya sanal tên parvekirin, tahdeyê di xwe de dihewînin an jî mirovan ber bi tahdeyê ve dibin. Ev vîdeo pornografîk, argo, zayendparêz û nêrza ne. Gava temenê yên temaşe dikin esas bigirin, ev cihê enîşeyeke mezin e. Kesên dezavantaj di bin navê laqirdî û kêfxweşiyê de tên binpêkirin, hem di warê hestî hem jî di warê aborî de."    LÊPIRSÎN    Demîr, diyar kir ku vîdeoyên Ûlûcan ê dezavantajî tên girtin û parvekirin û kesê parve dike wan veguherandiye tiştekî bazirganî. Demîr got: "Kî van hesaban bi rê ve dibe? Pereyên bi dest dikevin ji bo çi tên xerckirin? Hin vîdeo hene pir tên temaşekirin û pereyekî mezin tê qezenckirin. Qenala Youtube ya li ser navê Hîkmet hatiye çêkirin, 239 hezar aboneyên wê hene. Ev girseyeke pir cidî ye. Rewşa wî li holê ye, lê gava mirov rabe sûdê ji vê rewşa wî ya dezavantajî bigire, ev tiştekî çi qas wijdanî ye? Di vir de gelek berpirsiyarî dikevin ser milê raya giştî. Divê saziyên karbidest vê îstismara aborî û hestî bidin ber lêpirsînê da hîn bêtir neyê îstismarkirin."    Demîr, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku heger di vî warî de serî li komeleya wan bê dayîn, çi ji destê wan bê dê bikin û got: "Divê tawîz ji bo îstismarê neyê dayîn."    MA / Eylem Akdag