Ji ber agirê li Aksekî kesek hat girtin 2021-08-10 09:35:53   ANTALYA - Ji ber şewata daristanê ya li navçeya Aksekiyê kesê bi navê A.Y. bi hinceta ku agir derxistiye hat girtin.      Di çarçoveya lêpirsîna derbarê şewata daristanê ya di 28'ê tîrmehê de li taxa Kepezbelenê ya navçeya Aksekî ya Antalyayê dest pê kiribû de kesê bi navê A.Y. ji aliyê cendirmeyan ve hatibû binçavkirin. A.Y. ku bi hinceta derxistina agir hatibû binçavkirin ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Aksekiyê ve bi sûcdariya "Bû sedema şewata daristanê" hat girtin.