Tatli ya birîndar şûna nexweşxaneyê li qereqolê tê girtin 2021-08-10 11:17:09   ÊLIH - Gulceş Tatli ku di pevçûneke li Colemêrgê derket de birîndar bû, bêyî ku tedawiya wê ya li nexweşxaneyê temam be, birin fermandariya cendermeyan. Malbata Tatli ku bi rojan e ji keça xwe agahî nagirin, ji jiyana keça xwe bifikar in.      Gulceş Tatli ku di pevçûna di 26’ê tîrmehê de li herêma Meydan Dere ya Colemêrgê derket de birîndar bûbû, beyî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tedawiya wê were temamkirin birin Fermandariya Cendermeyan a Colemêrgê. Malbata Tatli ku ji 4’ê tebaxê ve ji keça xwe agahî nagirin, ji jiyana wê bifikar in.    Malbata Tatli ku li Êlihê dijî, çû Colemêrgê û serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê da. Malbata ku ji jiyana keça xwe bifikar e, nikare bi keça xwe re hevdîtinê bike, di encama hewldanan de, dema tedawiya Tatli li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê berdewam dikir, tenê ji bo demeke kurt destûra parêzerê malbatê ji bo hevdîtina bi Tatli re hat dayîn. Malbata Tatli, diyar kir ku ji keça xwe ya ji 4’ê tebaxê ve li Fermandariya Cendermeyan a Colemêrgê tê girtin agahî nagirin û xwestin demildest tedawiya wê were kirin.    Bav Tatli ku ji jiyana keça xwe bifikar e, ji bo daxwazên wan bên pêşwazîkirin bang li rayedaran kir.