Kemal Nebîoglû li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-08-10 13:37:31   STENBOL - Serokê Giştî yê berê yê DÎSK’ê Kemal Nebîoglû li ser gora xwe hat bibîranîn.    Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), di 15'emîn salvegera mirina wî de Serokê xwe yê Giştî yê berê Kemal Nebîoglû li Goristana Zîncîrlîkûyû ya Şîşliya Stenbolê li ser gora wî bi bîr anî. Seroka Giştî ya DÎSKÎ’yê Arzû Çerkezoglû di bîranînê de axivî wiha got: “Nebîoglû yek ji 5 kesên avaker in DÎSK'ê ye. Wî têkoşîna sendîkayî nîşanî me da. Em careke din li pêş bîranîna wî bejna xwe ditewînin.”