Li DEDAŞ'ê şebekeya 'nelirêtiyê' 2021-08-11 09:02:52   MÊRDÎN - Derket holê ku têkildarî fatûre û cezayên giran ên DEDAŞ'ê ku tê gotin cotkar hatine xepandin, doz hat vekirin.    Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ), bi salan e li herêmê bûye cihê pirsgirêkeke mezin. DEDAŞ ku par ceryana 240 gundên Mêrdînê bi awayekî dijqanûnî qut kiribû û bi qasî 2 mehan bernedabû, îsal jî trafoyên cotkaran rakirin, qabloyên wan ên ceryanê birîn û dîregên wan rakirin. Cotkaran ji ber van pêkanînan gelek caran serî li dadgehan dan, lê DEDAŞ'ê cardin dev ji van pêkanînên xwe berneda. Cotkar îdia dikin ku meqbûzên bi destan hatine nivîsandin ji wan re hatine û meblaxa wan pir zêde ye û ev meqbûz ne sexte ne û bi vî awayî hem dewlet hem jî cotkar hatine xapandin.    GILÎ     Darizandina ku îdiayên cotkaran piştrast dikin, derket holê hê jî li Edliyeya Mêrdînê didome. Li gor agahiyên bi dest ketin; herî kêm li 40 cotkarî bi awayekî nelirê cezayên "qaçax"ê û bedêla enerjiya zêde hatiyye birîn. Li gor tespîtan, tenê cotkarek gilî kiriye. Cotkarên din jî bi hinceta ku dê "tiştek jê derneyê" gilî nekirine. Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de ewilî derbar berpirsiyarê yekeya tespîtkirina ceryana qaçax Sedat K. û çayvanê DEDAŞ'ê Ûfûz Û. de biryara neşopandinê hatiye dayîn. PIştî îtirazê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 1'ê ya Mêrdînê biryar xera kiriye û biryar daye ku derbarê Sedat K. de doz bê vekirin.    ‘40 HEZARÎ BIDE EM HEL BIKIN'    Piştî vê derbarê Sedat K. de îdianame hat amadekirin. Li gor agahiyên di îdianameyê de cih digirin; Sedat K., 132 hezar ceza li cotkar A.D. biriye. Ji ber vî cezayî desteka A.D. ya Wezareta Çandinî û Daristanê hat blokekirin. A.D. îtiraz kir, lê Midûriyeta DEDAŞ'ê ya Bajêr ceza xera nekir. Her wiha DEDAŞ'ê bloka li ser hesabê destekê yê A.D. jî ranekir, lê rêyeke lihevkirinê pêşniyarî A.D. kir. Piştî vê A.D. li Midûrieta DEDAŞ'ê hevdîtin bi Sedat K. re kir. Piştî lihevkirinê Sedat K. fatûreyeke bi destan nivîsandiye û li ser 46 hezar û 550 TL nivîsandî, dide A.D. Paşê hesabekî aydê şexs dide A.D. û jê re dibêje heger 40 hezar TL'yî razîne dê cezayê wî safî bibe.    HEVDÎTINÊN BI TELEFONÊ    A.D., pere radizîne lê bloke nayê rakirin. Ji ber vê diçe gilî dike. Hevdîtinên A.D. û Sedat K. yên li ser whatsappê û axaftinên kesekî wekî Denetîm Başkani qeydkirî jî daxilî nav dosyeyê hatine kirin. Di hevdîtinan de A.D. ji Sedat K., dipirse çima bloke nehatiye rakirin. Sedat K. jî wêneyê avahiya Midûriyeta Giştî ya DEDAŞ'ê jê re dişîne û jê re dibêje ew li vir e, piştî hev du bibînin dê blokeyê rake. Her wiha di hevdîtina bi Denetîm Başkanî re jî hatiye diarkirin ku hegerer meseleya pereyyan ji mufetîşan re bibêje, dê tiştek bê serê wî yan na û bersiva digire jî 'dê tiştek neyyê serê wî' ye.    ŞEBEKEYA NELIRÊTIYÊ    Çendî derbarê wî de doz hebû jî Sedat K. heya demekê bi vî awayî kare xwe kiriye, lê piştî wextekê îstifa kiriye û di parêziya xwe ya li Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 1'ê ya Mêrdînê de gotiye li Midûriyeta DEDAŞ a Mêrdînê şebekeyeke nelirêtiyê hatiye avakirin. Her wiha ji bo tişta ku wî kiriye jî gotiye, armanca wî vê nelirêtiyê aşkere bike.    MA / Ahmet Kanbal