Hevseroka HDP’ê ya Mûşê hat binçavkirin 2021-08-11 10:48:11   MÛŞ - Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Belma Nergîz hat binçavkirin.      Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Belma Nergîz, di saetên serê sibê de hat binçavkirin. Polîsên ku bi ser mala Nergîz de girtin, di malê de lêgerîn kirin. Polîsan piştî lêgerînê Nergîz binçav kirin û bi xwe re birin avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr. Polîsan li avahiya partiyê jî lêgerîn kirin. Polîsan piştî lêgerînê girtek girtin. Dûre polîsan Nergîz birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. Hat hînbûn ku dozgeriyê derbarê Nergîzê de ji bo 4 rojan biryara binçavkirinê daye. Nehat zanîn ku Nergîz bi çi hêcetê hatiye binçavkirin.