2 girtiyên jin sewqî Girtîgeha Tarsûsê kirin 2021-08-11 15:29:18   WAN - Ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê 2 girtiyên jin sewqî Girtîgeha Tarsûsê hatin kirin.    Girtî Aysel Dalar û Berîvan Tîbelîk ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî bûn, îro saet di 04.00'ê sibehê de bêyî riza xwe sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hatin kirin. Li aliyê din hat ragihandin ku rexmî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê hemû girtiyên jin nexweş in jî wan dernaxin revîrê. Parêzerê ku mijarê ragihand, diyar kir ku rexmî testên girtiyan negatîf derketine jî wan dernaxin revîrê.