Banga TJA’yê: Divê jinên siyasetmedar werin berdan 2021-08-11 15:36:29   AMED - TJA’yê bertek nîşanî binçavkirina endamên RJAK’ê ya ji aliyê PDK’ê ve da û xwest jinên siyasetmedar demildest bên berdan.       Li Herêma Kurdistanê, 9 roj in agahî ji endamên RJAK'ê yên piştî beşdarî merasîma salvegera fermana 73’yemîn ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve li dijî Êzidiyên Şengalê pêk hatibû bûn û vegeriyabûn bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn binçavkirin, nayê girtin. Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî jinên siyasetmedar Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û Seyran Ehmed Hesene daxuyaniyeke nivîskî weşand.    TJA’yê da zanîn ku agahî ji her sê jinên siyasetmedar nayê girtin û wiha got: “Derbarê her sê jinên siyasetmedar tu agahî nayên parvekirin. Em binçavkirina jinên siyasetmedar a piştî bîranîna Komkujiya Şengalê weke sekneke li dijî têkoşîna jinan a kurd dibînin. Em Rêveberiya Herêmî ya Federe vedxwînin ku li gorî ruhê yekitiya neteweyî tevbigere. Heke her politikaya tê pêkanîn ne sekinandina li cem kurdan sekinandina li cem hêzên dagirker e. Em weke TJA bang dikin ku her sê siyasetmedarên ku têkoşîna jinê dimeşînin demildest bên berdan. Bijî têkoşîna me ya jinan! Bi ruhê yekitiya neteweyî ber bi azadiyê ve dimeşin.”