Kaya serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-08-11 16:10:12   RIHA - Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, serdana Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne kir.       Serdanên piştgiriyê yên ji bo Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin didomin. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê Emîne Şenyaşar îro tevlî çalakiyê nebû. Tenê kurê Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar di roja 156an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya wan a malbatî kir. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, bi malbata xwe re serdana Ferît Şenyaşar kir. Parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ku dosya Malbata Şenyaşar dişopînin jî bi Kaya re serdana Ferît Şenyaşar kirin.    HETA KU BERPIRS BIDARIZIN   Kaya, li ber Edliyeya Rihayê daxuyanî da û ev tişt got: "Zilm li Malbata Şenyaşar hat kirin. Em careke din dubare dikin ku em ê li têkoşîna wan a ji bo edaletê xwedî derkevin. Heta ku hemû berpirsyar hesab bidin em têbikoşin. Piştî Kaya, Ferît Şenyaşar jî têkildarî nobeta wan û astengiyên ku ji wan re tên derxistin kir. Piştî axaftina Ferît Şenyaşar, Kaya û malbata ji bo demekê nobet girtin û piştre ji be Edliyeya Rihayê veqetiyan.