Bijîşk Yaman: Her ku aşîkirin zêde bibe dê mirin û pêketin jî kêm bibe 2021-08-12 09:01:16   AMED - Endamê Koma Xebatê ya Pandemiyê ya TTB'ê Guçlu Yaman, anî ziman ku ji 10 bajarên ku hejmara pêketiyên Covîd-19'ê pir lê zêde bûne 9 jê bajarên herêmê ne û got: "Her ku hejmara kesên aşî bûne zêde bibin, dê pêketin kêm bibe, hejmara kesên li nexweşxaneyê radizên, hejmara kesên li beşên awarte û hejmara kesên dimirin kêm bibe."    Li Amedê her diçe hejmara pêketiyên Covîd-19'ê zêde dibin û unîteyên beşên awarte tije bûne. Endamê Koma Xebatê ya Pandemiyê yê Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Guçlu Yaman, rewşa Covîd-19'ê ya li Amedê û bajarên din ên herêmê nirxand.    Yaman, anî ziman ku li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê herî zêde li Sêrt, Amed, Çewlig, Bedlîs, Agirî, Êlih, Wan, Mêrdîn, Xarpêt û Konyayê zêde dibin û ji van bajaran 9 jê yên herêmê ne.    XIZMETA TENDURISTIYÊ XITIMΠ   Yaman, bilêv kir ku heya 10 roj berê jî li Amedê rojê hezar û 500 kes bi Covîd-19'ê diketin, lê li gor daneyên Endamê TTB'ê Halîs Yerlîkaya, ev hejmar bûye 2 hezar û ji ber vê li nexweşxaneyan xizmeta tenduristiyê xitimiye.    HEJMARA MIRIYAN   Yaman, diyar kir ku ji ber ku li gor bajaran hejmara miriyan nayê aşkerekirin, nizanin li Amedê rojê çend kes ji ber Covîd-19'ê dimirin.    ‘TEKANE RÊYA PARASTINÊ NE AŞÎ YE!'    Yaman, bal kişand ser varyanta Deltayê jî û got: "Li gor Navenda Kontrolkirin û Parastina Nexweşînê ya DYA'yê, varyanta deltayê li gor vîrusa resen 2 qat zêdetir bibandor e. Tekane rêya parastina ji vîrusê ne aşîkirin e. Di vê serdemê de divê tevdîr baş bên girtin. Hema bibêje êdî kes maskeyan bi kar nayne, mesafeyê esas nagire. Divê ev bên bikaranîn û esas bên girtin. Heya piraniya civakê bê aşîkirin divê ev tevdîr bidomin."    Yaman, destnîşan kir ku aşîkirin bi piranî pêşî li ber mirinê digire û nexweşînên giran diparêze û got: "Kesên aşîkirî enfekte bibin jî, li gor yên neaşîkirî kêmtir berbelav dikin. Her ku hejmara kesên aşî bûne zêde bibin, dê pêketin kêm bibe, hejmara kesên li nexweşxaneyê radizên, hejmara kesên li beşên awarte û hejmara kesên dimirin kêm bibe."   GAVÊN DIVÊ DEMILDEST BÊN AVÊTIN    Yaman, destnîşan kir ku tişta niha zûzûka bê kirin ew e ku xebatkar di warê aborî de bên destekkirin û tevdîrên cidî ku pêşî li ber berbelavbûna vîrusê bigirin bên girtin.    MA / Eylem Akdag