Bavê Tûncel: Ji bo girtiyan divê muxalefeta li kuçeyan zêde bibe 2021-08-12 09:02:08   MELETÎ - Fahrettîn Tûncel, bavê Sebahat Tûncel, ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sîncanê ji bo hesasbûnê bang li her kesî kir û anî ziman ku heger muxalefeta li kuçeyan zêde nebe, dê binpêkirin zêde bibin.    Hevseroka Giştî ya Partiyên Herêmên Demîkratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncel ku ji 6'ê Mijdara 2016'an ve girtiye, di 9'ê Tebaxê de bi rêya parêzerên xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandibû û ji bo hesasb»nê bang kiribû. Tûncel, ragihandibû ku ji 28'ê Tîrmehê heya niha her sibeh û êvar jimarî wekî avêtina ser qawîşan tên kirin û ji ber êrîşên nîjadperest ên vê dawiyê li hemberî wan jî hewldanên bi vî rengî tên kirin.    FIKARÊN MALBATÊ    Fahrettîn Tûncel, bavê Sebahat Tûncel, jî bertek nîşanî van binpêkirinên mafan dan. Tûncel, diyar kir ku gava pê hesiyan e fikar li wan peyda bûne û got: "Mehek berê gava em ji bo hevdîtina girtî çûn, me hîs kiribû ku tiştekî cuda heye. Lê piştî Sebahat ev tişt ragihandin, fikarên me zêde bûn." Tûncel, van binpêkirinên mafan wekî "tacizê" pênase kirin û got: "Tekane pêşîlêgirtina vê; divê raya giştî xwedî li girtiyan derkeve. Di van rojên zor û zehmet de divê em xwedî li zarokên xwe derkevin."    ‘EM BI SAETAN HATIN SEKINANDIN'    Tûncel, bilêv kir ku herî dawî di 9'ê Tebaxê de bi telefonê bi Sebahat Tûncel re axivîne û got: "3 roj berê gava me xeber da, bifikar bû û ji bo ev fikar ji holê bên rakirin bang li raya giştî kiribû." Tûncel, bibîr xist ku keça wî nêzî 4 meh in di Girtîgeha Sîncanê de ye û berê jî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû mabû û got: "Her hal Girtîgeha Sîncan a enqereyê girtîgehek cuda ye. Girtîgeheke cuda ye ku li wir li hemberî girtiyan helwestine bêhiqûqî hene. Ev girtîgeh bi van tiştan dibe rojev. Tim girtiyan taciz diki. Mehek berê gava em ji bo hevdîtinê çûn, em jî bi van binpêkirinên mafan re rû bi rû man. Pûl di qelbê min de heye. Gava em qerta ku Fakulteya Tibê ya Meletiyê daye me nîşan didin, em di amûra X-Rayê re derbas nabin, lê Girtîgeha Sîncanê qerta fermî ya ku dewletê daye qebûl nekir. Ji ber vê em bi saetan sekinîn. Piştî demeke dirêj me hevdîtin bi Sebahatê re kir. Ev tiştên tên kirin îşkence ye."    PÊKANÎNÊN KÊFΠ   Tûncel got: "Sebahat got, min ji we re pirtûk veqetandine. Piştî hevdîtinê me xwest em rahêjin pirtûkan. Lê paşê kesekî ku paşê em pê hesiyan midûr e, bi personelan re xeyidî got, 'Tu çima vana didî rûniştandin?' û em biçûk xistin. Piştî ew çû, xebatkaran dawa lêborînê li me kirin. Berê jî min kargoya ku şandibû nedabûn Sebahatê. Her wiha haya me jî pê nexistin. Ev pirsgirêk her diçe zêdetir dibin."    BANGAWAZÎ   Bav Tûncel bang li her kesî kir ku li dijî binpêkirinên mafan xwedî helwest be û got: "Her kes divê li ber van pêkanînên kêfî rabe. Yan na dê zêde bibin. Heqê kesî tune ye ku bi awayekî kêfî zarokên me nerihet bike. Li dijî van pêkanînê taybet û tacizan divê muxalefeta li kuçeyan zêde bibe. Ji bo hesasbûnê bang li raya giştî dikim."    MA / Emrûllah Acar