Kesên ji ber lehiyê mexdûr bûne, dixwazin xaniyên wan bên çêkirin 2021-08-12 09:03:01   WAN - Şêniyên Taxa Osmanli ya navçeya Ebexê ku xanî û eşyayên wan ketin ber lehiyê, diyar kirin ku ji xeynî zexîre tu alîkariya wan nehatiye kirin. Welatiyan xwest berî zivistanê xaniyên wan bên çêkirin.      Di 1'ê Tebaxê de li Taxa Osmanli ya navçeya Ebex a Wanê lehî rabûbû û gelek xanî ji ber lehiyê texrîb bûbûn. Şêniyên taxê xwestin berî zivistanê xaniyên wan ên çêkirin. Her wiha welatiyan diyar kir ku heywan, eşya û erzaqên wan jî ketine ber lehiyê.   Şîlan Kîşîoglû, anî ziman ku ji ber lehiyê heywanên wan mirine û jixwe reşa wan xirab bû, piştî lehiyê tam xirab bûe. Kîşîoglû, bilêv kir ku niha cîranên wan aliyê wan dikin û her roj rayedar tên taxê, lê kes alîkariyê nake.    Kîşîoglû, diyar kir ku 2 golikên wan û kaya wan a ku ji bo zivistanê hilanîbûn jî bi lehiyê ra çûne û niha cîranên wan çêlekên wan xwedî dikin, ji lew re kaya wan tune ye ku bidin heywanan. Kîşîoglû, bilêv kir ku rayedar hatine xesara wan tespît kirine, lê belê heya niha tenê qoliyeke erzaq dane wan û got: "Di qoliyê de têra sê rojan erzaq hebû. Em li malê 6 kes in. Ev erzaq têra me nake. Niha em bi xwarina cîranan debara xwe dikin."    ERZAQA QAN A ZIVISTANÊ JÎ ÇÛ    Halîme Kîşîoglû ku erzaqa wê ya zivistanê û êzingên wê bi lehiyê re çûne got: "Di lehiyê de erzaqa me ya zivistanê çû. Êzingên me çûn. Cihê ku me eşyayên xwe yên zivistanê xistibûnê xera bû. Rewşa me nebaş e, em nikarin axurekî nû çêbikin. Ji roja lehî rabûye heya niha tenê qoliyek erzaq dane me û dew û nan. Ji xeynî vê tu tişt nedane me. Rayedar hatin, qeyd kirin. Lê heya niah tiştek nekirine."    ‘LI CEM XIZMÊN XWE DIMÎNIM'    Neslîhan Kîşîoglû jî niha tevî 4 zarokên xwe li cem xizmên xwe dimîne. Kîşîoglû got: "Cilşoya me û erzaqên me giş çûn. Êzingên me çûn. Heya niha qoliyek erzaq dane me, wekî din tiştek negihaştiye me. Bi şev li wir radizêm, biroj diçim malê."    Kîşîoglû, bilêv kir ku hevjînê wê karê înşeatan dike û xwest alîkariya wan bê kirin.    Halîs Kîşîoglû jî diyar kir ku di lehiyê de hem xaniyê wî hem jî dikana wî xera bûye û niha tevî 10 ferdên malbatê di kon de dimîne. Kîşîoglû, xwest ku berî zivistan bê xaniyên wan bên çêkirin û got: "Lehiyê her tişt da ber xwe. Ziynetên me yên li malê hemû çûn. Di dikana min de li dor 60 hezar mal hebû, ew jî çûn. 50 roj bi şûn de dê dinya sar bibe. Li vir zivistan 5-6 meh e. Em dixwazin rayedar xaniyên me çêbikin. Em mexdûr in. Tiştên min di 50 salî de dabûn ser hev, hemû çûn. Niha tiştekî min nemaye. Em 10 kes di kon de dimînin."    MA / Bariş Donmez