Îsyana Emîne Şenyaşar ‘Yên ku komkujî kirin serbest digerin’ 2021-08-12 12:28:47   RIHA - Emîne Şenyaşar a hevjîn û du lawên wê hatin qetilkirin, 157 rojin li ber Edliya Rihayê di çalakiya “Nobeta Edaletê” de ye. Dayika Şenyaşar, diyar kir ku kesên komkujî kirin, hîna jî serbest digerin û wiha îsyan kir: “Ez êdî nikarim sebir bikim. Ma qet rehm û wijdanê we tune ye?”   Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du lawên wê ji aliyê parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetil kirin û kurê wê Ferîd Şenyaşar ê bi birîndarî ji êrişê rizgar bû ya li ber Edliya Rihayê di roja 157’emîn dewam dike.   Malbat di saetên serê sibê de hat pêş edliyê û dest bi çalakiya xwe kir. Dayik Emîne Şenyaşar, li pêş avahiya edliyê cardin daxwaza xwe ya edaletê anî ziman û wiha got: “Ev demek dirêje, em li vê derê li edaletê digerin. Ji malbata Min 3 kes qetil kirin. Lawê min ê din xistin girtîgehê. Kesên komkujî kirin, bi awayekê serbest ji xwe re digerin. Ma parlamenteri li nexweşxanê kuştina mirovan e? Gelo qet hatiye dîtin ku mirov li nexweşxaneyan hatine gule barankirin? Ma wekîltî wisane? Ev ji bilî zilmê tu tiştekê din nizanin.  Ez nexweşim. Sebra min ne ma ye. Bila kurê min berdin. Ma qet rehm û wijdanê we tune ye? Ger ez bimrim jî, bila ez li vê derê bimirim.”    ‘HIQÛQA SERDESTAN BI CIH TÊ’   Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê jî ev parvekirin kir: “Li Nexweşxaneya Dewletê 3 can hatin qetilkirin. Ev 3 salin li holê doz tuneye. Navê wê Qesra Edaletê ye. Lê qanûna serdestan bi awayekê eşkere di hundurê qesrê de tê bi cihanîn. Têkoşîna me ya ji bo edaletê bi dayikeke ku dilê wê şewitî re di roja di roja 157'emîn de ye.”