Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kir: Pankart sûc hat hesibandin 2021-08-12 15:15:36 RIHA - Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê nobeta “Edaletê” digire kir û bi hinceta ku malbatê pankart bi bariyeran ve daliqandiye cezayê pereyan li Ferît Şenyaşar birîn.    Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê didome. Polîsan careke din mudaxaleyî çalakiya malbatê kir.    HEWLDANA BINÇAVKIRINÊ   Polîsan, bi hinceta pankarta ku malbatê bi bariyerên edliyeyê ve daliqand, hewl da Ferît Şenyaşar binçav bikin. Emîne Şenyaşar li dijî hewldana binçavkirina kurê xwe derket. Di encama berxwedana malbatê de polîsan dev ji biryara binçavkirinê berda. Li ser vê yekê dayik Şenyaşar pankart girt û li pêş deriyê edliyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Şenyaşar a li vir lorand, tiştên jiyan ji kesên derdorê re vegot.    Piştî demekê endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û rêveberiya Baroya Rihayê hatin cem malbatê. Di encama qanehkirina parêzeran de dayika Şenyaşar pankartê girt û derket derveyî baxçeyê edliyeyê. Dema ku Ferît Şenyaşar pankart bi bariyeran ve kir, polîsan bi gotina “qedexe ye” asteng kirin. Li ser vê yekê malbatê pankart li erdê dirêj kir û çalakiya xwe domand.    ‘ÊDÎ BES E’   Emîne Şenyaşar, bertek nîşanî tiştên bi serê wan de hatin da û wiha got: “Hûn çima her tim li derdora me digerin? Herin kujeran bigirin. Em bi rojan e li vir li edaletê digerin. Wijdan û merhamet nîne? We dowizên me dizîn. Niha jî dixwazin vê kaxizê bigirin. Çi zirara vê kaxizê heye? Dewlet nema ye. Ji kujeran parlementer dibe? Êdî bes e hûn ê heta kengî zilma xwe bidomînin?”   JI PANKARTÊ RE CEZA   Polîsan bi hinceta pankartê di çarçoveya xala 42’yemîn a Qanûna Qebehetan de cezayê pereyan li Ferît Şenyaşar birî. Nobeta malbatê ya li pêş edliyeyê didome.