18 Cotkarên ku DEDAŞ şermezar kiribûn hatin binçavkirin 2021-08-12 17:13:55   RIHA - 18 cotkarên ku li Rihayê DEDAŞ şermezar kiribûn hatin binçavkirin.      Cotkaran, di 10’ê Tebaxê de li devera Çobanderesî ya navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê li hev kom bûbûn û li dijî birîna ceyrane ya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) rêya Riha û Mêrdînê bi traktoran ji çûn û hatinê re girtibûn. 18 cotkarên ku Fermandariya Cendermeyan a Rihayê di saetên serê sibê ji bo îfade dayînê bangî wan kiribû, li fermandariyê hatin binçavkirin.