Li Rihayê ji 24 saziyan 'seferberiya' aşiyê 2021-08-12 20:04:24   RIHA - Şaxa SES a Rihayê û Odeya Bijîşkan a Rihayê, ji bo balê bikişînin ser aşîkirinê bi beşdariya 24 saziyan meşek li dar xistin.    Odeya Bijîşkan a Rihayê û Sendîkayya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Şaxa Rihayê, ji bo li Rihayê balê bikişînin ser aşîkirinê meşek û daxuyaniyek dan. 24 rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û komele yên Rihayê tevli meş û daxuyyaniyê bûn. Girse li Parka Alî Şellî ya li navçeya Halîliyeyê li hev kom bû. Di meşê de dowîzên bi kurdî, tirkî û erebî li ser "Aşî bibe" nivîsandî hatin hilgirtin. Girse heya Xana Kar a Ahmet Bahçivan meşiya. Di dema meşê de broşurên derbarê aşiyê de yên bi kurdî, tirkî û erebî hatin belavkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.    BANGAWAZÎ   Di daxuyaniyê de Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Osman Yuksekyayla axvî. Yuksekyayla bal kişand ser rola aşiyê ya di têkoşîna li hemberî pandemiyê de û bang li welatiyan kir ku aşî bibin. Yuksekyayla, bilêv kir ku Riha di warê aşiyê de di rêza dawî de ye û got: "Heya hûn aşî nebin, dê mirov bimirin."    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.