Li Kerboranê polîsek li mala xwe kuştî hat dîtin 2021-08-13 08:12:41   MÊRDÎN - Li navçeya Kerboranê, polîsek li mala xwe kuştî hat dîtin. Hat îdîakirin ku polîs întîhar kiriye.   Polîsê 49 salî Mûrat Koseoglû yê li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê dijiya, li mala xwe mirî hat dîtin. Welatiyên derdorê piştî ku dengê çekê bihîstin agahî dan, ekîbên polîs û tenduristiyê. Ekîbên hatin cihê bûyerê, îdîakirin ku Koseoglu bi çekê xwe kuştiye. Polîsan li cihê bûyer dest bi lêkolînê kirin û cenazeyê Koseoglû ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.