ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2021'AN 2021-08-13 09:00:15   * Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Tûrîzm-Îş'ê Mûstafa Safvet Yahyaoglû, anî ziman ku ji ber şewatên li bajêr rezervasyon hatine betalkirin û turîst betlaneya xwe di nîvî de hiştine û ji bajêr çûne. Yahyaoglû, destnîşan kir ku divê fatûreya şewatan li îqtidara ku tevdîr negirtine bê birîn.    * Sedat Karak ku di Girtîgeha Turkoglû ya Jimare 1 a Tîpa L'yê de ye, 8 meh in înfaza cezayê wî temam bûye, lê bi awayekî kêfî nayê berdan. Karak, xwest di warê hiqûqî de alîkariya wî bê kirin.    * Dînên Dersimê dibin fîlm. Senarîst û derhênerê fîlmê bi navê "Sûya Yazilmiş Zaman" Mûstafa Diyar Demîrsoy, dê di fîlm de behsa heqîqeta dînan bike.    * Tê gotin derbarê Yûsûf Guzelyûrt de ku tecawizî Eda Nûr Kaplan kir û Kaplan ji ber vê întihar kir, ji ber "xapandin" û "birîndarkirinê" nêzî 47 doz û nêzî 80 dosyeyên lêpirsînê hene û bûye sedema mirina fûtbolvanekî.    * Serokê DEDEF'ê Alî Haydar Ben, anî ziman ku ji ber ku pergala binerdê tune ye bermayiyên kargehên li Geliyê Mûnzûrê dikevin Çemê Mûnzûrê û xwest rayedar rojek berî rojekê tevdîran bigirin.    * Li navçeya Bazarcixê li taxên ku welatiyên elewî lê dimînin rê di çarçoveya çêkirina pergala bin erdê hatin kolandin û wisa hatin hiştin. Welatiyan anî ziman ku bi cihêkariyê re rû bi rû mane.    * 10 rojin aqûbeta 3 endamên RJAK'ê yên ji aliyê PDK'ê ve hatin binçavkirin nayê zanîn. Berdevka RJAK'ê Soma Ferhad, diyar kir ku binçavkirina her sê jinan encama hişmendiya desthilatdariyê ye û got: "Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî jinan çi be, ya PDK'ê jî ew e."   * Çalakiya nobeta "Edaltê" ya malbata Şenyaşar, wê di roja 158’emîn de, dewam dike.    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edenê, wê rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de, aşkere bike. (13.00)   * Hevserokê KD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, wê di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de, li navçeya Robarok a Colemêrgê bi gel re bicivin. (11.00-17.00)   * KESK wê helwesta xwe ya derbarê muzakereyên TÎS'ê de, bi civîneke çapemeniyê ku li Navenda Giştî ya TUM BEL SEN'ê were lidarxistin, aşkere bike. (11.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, wê di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de, li Çewligê beşdarî civîna gel bibin. (15.00-18.00)