Dosyeya faîl Yûsûf Guzelyûrt heta ber dev tijî ye! 2021-08-13 09:03:32   EDENE - Tê gotin derbarê Yûsûf Guzelyûrt de ku tecawizî Eda Nûr Kaplan kir û Kaplan ji ber vê întihar kir, ji ber "xapandin" û "birîndarkirinê" nêzî 47 doz û nêzî 80 dosyeyên lêpirsînê hene û bûye sedema mirina fûtbolvanekî.    Yûsûf Guzelyûrt ku li Enqereyê tecawizî Eda Nûr Kaplan kiribû û Kaplan ji ber vê întihar kiribû, di 10'ê Tebaxê de hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Piştî îtiraza Serdozgriya Komarê ya Enqereyyê cardin hatibû binçavkirin û di 11'ê Tebaxê de hatibû girtin. Lê belê sabiqeya Guzelyûrt heta ber dev tije ye.    Faîl Guzelyûrt ku li Îskenderûn a Hatayê dima, di sala 2018'an de ji ber kefên kesên ku wan xanapdiye reviyaye çûye Enqereyê. Li Îskenderînê ji ber sûcên wekî "tarûmarkirina aramiyê", "heqaret", "birîndarkirin", "binpêkirina destnedayîna avahiyan", "zirardayîn", "bêbextî" û "xapandin"ê derbarê Gûzelyûrt de nêzî 47 doz û nêzî 80 lêpirsîn hene. Ji van dozan hin jê bi bêcezatiyê bi dawî bûne, hin jê jî didomin.    'BÛ SEDEMA MIRINE FÛTBOLVAN' OLDU'   Tê gotin Gûzelyûrt, di sala 2018'an de bûye sedema kuştina fûtbolvan Enes Bûrak Bariş jî. Gûzelyûrt bi 500 hezar TL'yî hin kes xapandine û van kesan dane dû wî û ew jî li wesayîta Bariş siwar dibe û tê derpêşkirin ku bi vî awayî bûye sedema kuştina Bariş. Ji ber li li Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê wekî şahid hatiye guhdarkirin û taliyê wekî mexdûr ji dozê xelas bûye.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen