Li Bazarcixê cihêkariyê di warê xizmetê de dikin 2021-08-13 09:06:56 MEREŞ - Li navçeya Bazarcixê li taxên ku welatiyên elewî lê dimînin rê di çarçoveya çêkirina pergala bin erdê hatin kolandin û wisa hatin hiştin. Welatiyan anî ziman ku bi cihêkariyê re rû bi rû mane.    Li taxên Fatîh, Çamli Tepe, Cengîz Topel, Nûrettîn Ademoglû û Memîş Ozalê yên navçeya Bazarcix a Mereşê rê bûne wekî kunên xiltan. Li taxên ku li hêla Bazarcixa Jor dikevin û welatiyên elewî lê dimînin, rêyên wan bi hinceta çêkirina pergala bin erdê hatin kolandin û wisa hatin hiştin. Ji ber vê tax havînan di nav tozê û zivistanan jî di nav heriyê de dimînin. Şêniyên taxan anîn ziman ku ya tê kirin "cihêkarî" ye.    SOZÊN XWE NEANÎN CÎ'   Li Taxa Cengîz Topelê esnaf Tûran Ateş, anî ziman ku herî dawî rê di sala 2010'an de hatine çêkirin û ji wê çaxê heya niha tiştek nehatiye kirin. Ateş got: "Wesayîtên min tim li cem tamîrker in." Ateş, bilêv kir ku ji ber vê berê esnafan çalakiyeke protestoyê li dar xistine û piştî hevdîtinan soz hatiyye danîn ku dê rê bên çêkirin, lê belê rayedaran sozên xwe neanîne cih.    CIHÊKARÎ   Ateş got: "Rêyên Bazarcixa Jêr hatin çêkirin, lê kolana me ya herî qelebalix hê nehatiye çêkirin. Jêr çêkirine û vir çênekirin, nexwe ev cihêkarî ye. Em raya xwe bidin û nedin jî, hûn mecbûr in xizmeta me bikin. Kî tê dixwe, kî diçe dixwe. Xizmet tune. Êdî em ji ber vê tozê helaq bûn."    HERÊMA MEXDÛRBÛNÊ    Alî Barûç ku anî ziman 15 sal in li Taxa Fatîhê esnaf e, bilêv kir ku 5 sal in rêyên wan nehatine çêkirin û kes pê re eleqedar nabe. Piştî xebatên KASKÎ, AKEDAŞ û Şîrketa Gaza Xwezayî ya Arsan Maraşê, rê bûn enqaz û man. Barûç, destnîşan kir ku ev enqaz wisa hatine hiştin û got: "Hem gel hem esnaf di nav tozê de hiştin. Mirov nikarin li vir danûstendinê bikin. Şaredariyê em û tamîrkeran kirin kirîv. Kargeh di nav toz û telazê de ne. Tenduristiya me xirab bû. Di vê germa havînê de ji ber tozê em nikarin bişin li şaneşînên xwe rûnên. Zarokên me di nav toz û telazê de ne. Herêma mexdrûbûnê. Me gelek caran daxwazname dan, lê tiştek jê drneket. Heyf e."    Şêniyê Taxa Çamli Tepeyê Abdûllah Yaşarkizil jî got: "Ne peya ne jî wesayît nikarin tevbigerin. Mirovên me divê doza heqên xwe bikin."    MA / Bariş Polat