Divê fatûreya şewatan li îqtidarê bê birîn 2021-08-13 09:08:37 ANTALYA - Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Tûrîzm-Îş'ê Mûstafa Safvet Yahyaoglû, anî ziman ku ji ber şewatên li bajêr rezervasyon hatine betalkirin û turîst betlaneya xwe di nîvî de hiştine û ji bajêr çûne. Yahyaoglû, destnîşan kir ku divê fatûreya şewatan li îqtidara ku tevdîr negirtine bê birîn.    Li Antalyayê ji ber şewatên daristanan, tûrîstên biyanî û xwecihî yên li otêlên bajêr rezervasyon kiribûn, rezervasyonên xwe betal kirin. Kesên li bajêr jî betlaneya xwe di nîvî de hiştin û çûn.    Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Tûrîzm-Îş'ê Mûstafa Safvet Yahyaoglû, rewşa heyî nirxand.    Yahyaoglû, bibîr xist ku tûrîzma ku ji ber pandemiyê 22 mehan rawestiya bû, di 1'ê Tîrmehê de dest pê kiribû û bal kişand ser rewşa karkerên di sektora tûrîzmê de dixebitin. Yahyaoglû, bilêv kir ku heqdesta karkeran pir kêm e û ji 3 milyon û 500 hezar kesên di vê sektorê de dixebitin bi qasî milyonek jê bêsîgorte ne. Yahyaoglû, bilêv kir ku ev kesên bêsîgorte dixebitin sûd ji alîkaria pandemiyê negirtin.    Yahyaoglû, diyar kir ku sektora tûrîzmê 6 sal in bi krîzekê re rû bi rû ye û ji ber vê krîzê dahat jî kêm bûe û di vê sektorê de bi piranî kesên temenê wan di navbera 18-25 salan de dixebitin. Yahyaoglû, bilêv kir ku karkerên turîzmê jî wekî karkerên demsalî dixebitin û îsal xebatkar bi dest kardêran neketine.    WELAT NAYÊ BIRÊVEBIRIN   Yahyaoglû, anî ziman ku di meha Tebaxê de otêl tije bûn, lê belê acente fiyetê otêlan kêm kirine û ev yek jî qalîteya xizmeta otêlan kêm dike. Yahyaoglû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê krîza pandemiyê nayê birêvebirin û got: "Ne welat, ne aborî, ne jî pandemî nehat birêvebrin. Li Tirkiyeyê tu tişt nayê birêvebirin."    DIVÊ FATÛRE LI ÎQTIDARÊ BÊ BIRÎN    Yahyaoglû, bal kişand ser kêmasiyên di warê mudaxilekirina şewatan de jî û got: "Derket holê ku di warê mudaxilekirina şewatan de tu amadekariyê Tirkiyeê tune ne. Şewat ne tiştekî ku mirov pê nizanibe û ne li bendê be. Li vî welatî bi salan e şewat rû didin. Berê tevdîr dihatin girtin. Ji bo vê ekîpman dihatin amadekirin. Lê îsal me dît ku tevdîr nehatine girtin. Ev şewat pişta me şikandin. Lê îqtidara siyasî dixwaze rantekê ji van şewatan bi dest bixe."    Yahyaoglû, bal kişand ser êrîşên nîjadperest ên piştî şewatan jî û got: "Heger ev şewat ji ber îhmalkariyan bin û nikaribin bitefînin, nexwe divê fatûre ne li kesî, li îqtidara siyasî bê birîn."    Yahyaoglû, da zanîn ku Tirkiye di warê veheandina tûrîstan de li cîhanê di rêza 6'an de ye, lê di warê dahatê de jî di rêza 17'an de ye. Yahyaoglû, anî ziman ku Tirkiye ev rewşê heq nake û got: "Tirkiye, bihuşt e. Lê welatekî bi erzanî tê bazarkirin e. Fatûreyya vê jî li karkeran tê birîn. Her ku dahat kêm dibe, fatûre li karkeran tê birîn. Heyfa vî welatî. Pêdiviya welêt bi nefesê heye. Pêdiviya welêt bi demokrasî û azadiyan heye, bi aştiyê heyeî ne bi şer."    MA / Omer Akin-Mehmet Şah Orûç