Tevî ku înfaza wî qediyaye, 8 meh in nayê berdan 2021-08-13 09:10:00 RIHA -Sedat Karak ku di Girtîgeha Turkoglû ya Jimare 1 a Tîpa L'yê de ye, 8 meh in înfaza cezayê wî temam bûye, lê bi awayekî kêfî nayê berdan. Karak, xwest di warê hiqûqî de alîkariya wî bê kirin.    Sedat Karak ku di Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê ya Jimare 1 a Tîpa L'yê de ye, di 2'yê Adara 2017'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn û înfaza cezayê wî di 2'yê Kanûna 2020'î de temam bûye, lê nayê berdan. Karak, nameyek ji meta xwe yê li Pirsûsê re nivîsî û di nameya xwe de destnîşan kir ku bi awayekî kêfî nayê berdan.    Karak, di nameya xwe de diyar kiriye ku Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrsînê bi îlama jimare 2017/41 û esasa 2015/268'an 7 sal û 6 meh ceza lê biriye û ji 9'ê Çileya 2016'an de girtiye û ji 26'ê Kanûna 2019'an ve di Girtîgeha Turkoglû ya Mereş a Jimare 1 a Tîpa L'yê de ye. Karak, anie zimên ku ji roja ku wî anîne vê girtîgehê heya niha du caran cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn û ji bo van cezayên dîsîplînê wiha gotiye: "Yek jê ev e; min li hewadariya qawîşê stran gotine û govend gerandiye. Ev di kamerayan de jî heye. Lê tê gotin min dirûşme berz kirine. Ya din jî; ji ber ku min bi telefonê tiştên hatine serê min ji malbatê re gotine û ji wan xwestiye parêzerekî bişînin, li min hatiye birîn."    ‘RAPORÊN KÊFÎ'    Karak, di nameya xwe de diyar kiriye ku ji bo rewşa wî raporên kêfî hatine amadekirin û ji bo van raporan ev tişt ragihandine: "Di biryarê de tê gotin, 'Çendî berdana hikûmxwar 7'ê Kanûna 2020'î be jî, lê ji ber cezayê wî yê dîsîplînê dê rewşa berdana wî ya bi şert di 28'ê Tîrmeha 2020'î de diyar bibe.' Di dîroka berdana bişert de çendî cezayekî dîsîplînê tune ye jî, lê bi 'Rapora Nirxandinê ya Destea Îdare û Çavdêriyyê' bi awaekî kêfî gotin 'cezayê wî yê înfazê kêm e' û ji bo vê jî cezayên dîsîplînê yên li Girtîgeha Osmaniye ya Jimare 2 ya Tîpa T'yê esas girtine." Karak, ragihandiye ku di Raora Nirxandinê ya Rêvebirî, Serwîs û Çavdêriyê de ev tişt hatine gotin: "Çendî halê wî yê pak nehatibe tespîtkirin jî, dê dîroka berdana bişert a hikumxwar di 28'ê Tîrmeha 2021'ê de bê diyarkirin."    ‘DIXWAZIM BÊM BERDAN'    Karak di berdewamiya nameya xwe de aniye zimên ku derbarê wî de herî zêde diviya bû 2 raporên nirxandinê bihatana amadekirin, lê 4 rapor hatine amadekirin û gotiye: "Çendî ji dosyeyeke din hikumekî ku min xwaribe tune ye jî, hatiye gotin ku dê rewşa min saleke din bê nirxandin. Wekî di muhletnameyê de jî hatiye diyarkirin dixwazim di 28'ê Tîrmeha 2021'ê de bêm berdan."    'BILA DAWÎ LI VÊ VÊ BÊHIQÛQÎTIYÊ BÊ'   Meta wî Uveyş Karak jî bertek nîşanî vê yekê da û xwest biraziyê wê rojek berî rojekê bê berdan. Karak, bilêv kir ku wekî biraziyê wê bi dehan girtî bi awaekî "kêfî" nayên berdan û got: "Biraziyê min jî wekî girtiyên din bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de ye. Divê demildest ev bêhiqûqîtî bi dawî bibe. Beriya şewbê em diçûn cem wî, lê ev demeke dirêj e em nikarin biçin. Gava em bi telefonê diaxivin, dibêje 'ji bo ev bêhiqûqît bi dawî bibe parêzerek divê.' Parêzvvanên mafên mirovan û parêzer demildest divê biçin girtîgehê û dawî li vê girtîbûna bêhiqûqî bidin."    Têkildarî mijarê me gelek caran telefonî girtîgehê kir, lê telefon piştî santralê qut dibû.    MA / Emrûllah Acar