‘Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî jinan çi be, ya PDK'ê jî ew e’ 2021-08-13 10:11:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka RJAK’ê Soma Ferhad derbarê aqûbeta 3 endamên RJAK’ê yên ji aliyê PDK’ê ve hatin binçavkirin û 10 rojin agahî ji wan nayê girtin de axivî û got: “Binçavkirina sê jinan encama hişmendiya desthilatdariyê ye. Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî jinan çi be, ya PDK'ê jî ew e."   Sê endamên Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û Seyran Ehmed Hesen, bi boneya salvegera 3’yê Tabaxa 2014’an Komkujiya Şengalê, ji Hewlêrê çûbûn Şengalê. Sê endamên RJAK’ê dema ku ji Şengalê vedigeriyan, di ketina bajêrê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê de, ji aliyê asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatin binçavkirin. Ligel hemû hewldanan jî 10 rojin bi tu awayî agahî ji 3 jinan nayê girtin. Heta niha derbarê biçavkirina wan de jî tu daxuyaniyek fermî nehatiyedayîn.   Berdevka Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Soma Ferhad, derbarê binçavkirina her sê jinan de û polîtîkayên PDK’ê yên li dijî jinan de axivî.    'BINÇAVKIRINA JINAN NE JI RÊZÊ YE’   Soma Ferhad, diyar kir ku di roja salvegera Komkujiya Şengalê de, binçavkirina sê jinan ne ji rêzê ye û wiha got: “PDK’ê bi vê helwestê, dijminahiya xwe ya li dijî jinan carek din raxist ber çavan. Heta niha li ser aqûbeta van her sê hevalên me tu agahî nehatin bi dest xistin. Ji bo ku em bizanibin li ku ne, li ku tên girtin û bikaribin ligel wan pêywendiyê danîn, em di nav hewledanan de ne. Her sê hevalên me jî hemwelatiyên Iraqê ne. Mafê van heye ku  biçin her derê. Lê dema em li vê rewşê mêzê dikin, nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî jinan çi be, li Iraqê jî ew e. PDK her tim çalakî û xebatên me asteng dike û êrîş dike. Sedema binçavkirina hemû hevalên me xebatên jinane. Di salvegera Komkujiya Şengalê de êrişî jinan kirin û binçavkirin ne ji rêzê ye.”    'KÎ DENGÊ XWE BILIND BIKE TÊ BINÇAVKIRIN'    Ferhad, bal kişand li ser astengkirina çalakiyên jinan û wiha bilêv kir: “Li vê herêmê li dijî jinên têkoşer bêtehemûliyek heye. Îro nêzikatiyên PDK'ê yên li dijî sazî û dezgehên Kurd berçava ye. Li ku derê  dengek û şêwazeke azad bilind bibe, PDK êrîşî wir dike. Bajarên ku PDK tê de desthilatdare kesek nikare çalakiyeke herî demokratîk pêk bîne. Li dijî kuştina jinekê jî, mirov nikarin çalakiyê li dar bixin. Kesên ku dengê xwe bilind dikin û li dijî vê yekê disekinin tên binçavkirin û îşkencekirin. Em weke saziya jinan li Başûr bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne. Her çiqasê saziya me fermî jî be, em tên astengkirin. Ji bo ku em meşekê li dar bixin divê em hemû serlêdanên fermî bikin. Ligel van serlêdanan jî destûr ji bo me nayê dayîn. Dema ku em bê destûr çalakiyên xwe li dar dixin jî êrişî li me dikin. Çend rojan beriya niha 20 endamên RJAK'ê di çalakiyê de hatin binçavkirin. Ev hevalên me 4-5 rojan di binçavan de man.”    'MÊRÊN KU JINAN DIKUJIN TÊN XELAT KIRIN'    Soma Ferhad, da zanîn ku sedema sereke ya zêdebûna tundiya li dijî jinan a li herêmê polîtîkayên hikûmetê ne û wiha pê de çû: "Li Iraqê di sala dawî de tundî û kuştinên jinan gihiştin asta herî bilind. Sedemên zêdebûna tundî û xwekuştinan jinan hikûmet bi xwe ye. Ji ber ku hikûmet bi şewazekî tundî li herêmê belav kiriye. Jinên ku tên kuştin an ji hêla hevjinên xwe ve, yan ji hêla bav û birayên xwe ve tê kuştin. Ev kujer jî, bi awayekê cidî nayin mehkûm kirin. Di dadgehan de mafê didin zilaman ku jin kuştine. Weke ku ew jina hatiye kuştin xeletî kiriye, ji ber wê mirin heq kiriye tê nîşandin. Li vir zilamên ku jinan dikujin û li ser jinan tundiyê dikin, tên xelatkirin. Nayên cezakirin. Weke RJAK em li dijî van polîtîkayê disekinin. Li vir meseleya kuştinên jinan û tundiya li dijî jinan pir kur e. Ger hikûmetê, piştgirî da bûya jinan tundî û kuştin evqas zêde ne dibûn"    'JINÊN XIZMETA HIŞMENDIYA WAN DIKIN, DIXWAZIN'    Berdevka RJAK’ê Soma Ferhad, dest nîşan kir ku li dijî her êrişekê ew ê weke saziya jinan li ber xwe bidin û wiha bi dawî kir: “Li Başûr herkes baş dizane ku hikûmeta herêmî ji jinên azad, zana û têkoşer ditirse. Ji ber vê jî êrişên xwe zêde dike û jina azad binçav dike. Dixwazin ku jin bêdeng bin û di hûndirê malê de bin. Jinên ku ji hişmendiya wan re xîzmet bikin, dixwazin. Ji xwe dema ku em rêveberiya hikûmetê dinerin, hemû mêr in. Ev jî nîşanî me dide ku baweriya wan bi pêşketina jinan tune ye û naxwazin ku jin pêş bikevin. Em li dijî vê hişmendiyê disekinin û ji ber wê jî em di hedefê de ne. Lê ew çi bikin jî, bila bikin em ê li qadan bin û mafê jinan biparêzîn.”    MA / Zeynep Dûrgût