Li Amed û Edenê serdegirtina malan: Herî kêm 59 binçav kirin 2021-08-13 10:23:17 AMED/EDENE - Li Amed û Edenê, di serdegirtina malan de, nûçegihana JinNewsê Bêrîtan Canozer jî di nav de herî kêm 59 kes hatin binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de, polîsan di saetên serê sibê de, bi ser 104 navnîşanan de girtin. Di serdegirtinên malan de, nûçegihana JinNewsê Bêrîtan Canozer jî di nav de, herî kêm 59 kes hatin binçavkirin.   Kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin. Hat diyarkirin ku dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.   EDENE    Li Edenê jî, polîsan di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Edenê bi rêve bir de, bi ser gelek malan de girtin.    Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de, bi ser 29 navnîşanan de girtin, deriyên malan bi balyozan şikandin û tiştên di malan de belav kirin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin û hîna jî li gelek malan lêgerîn berdewam dike.