Dikana ku wî bi hevkarê xwe yê sûriyeyî re dida xebitandin hat talankirin 2021-08-13 10:50:06   ENQERE - Bekîr Coşkûn ê ku dikana wî ya bi hevkarê xwe yê sûriyeyî re dida xebitandin di êrişa nijadperest a li navçeya Altindaxê de hat talankirin, diyar kir ku polîsan êrişkarên ji navçeyên cuda jî hatibûn, temaşe kirin.     Gelek pênaberên sûriyeyî yên li Taxên Onder û Battalgazî yên navçeya Altindaxa Enqereyê dijîn, di 11 û 12’ê tebaxê de rastî êrişên nijadperest hatin û mecbûr man ku mal û kargehên xwe terk bikin. Di êrişa nijadperest de gelek kargeh hatin talankirin. Lê ev kargeh hemû ne yên penaberên sûriyeyî bûn. Di êrişan de cam û deriyên dikanên hevkarên Tirk ên penaberan jî, hatin şikandin û talankirin. Dikana mobîlya ya penaberê suriyeyî Abdullah El Hesen ku 8 sal in li Taxa Onder dijî û hevkarê wî yê Tirk Bekîr Coşkûn jî, di êrişan de hat talankirin.    El Hesen û Coşkûn ê di êrişan de nêzî 60 hezar lîre zirara wan çêbû, tiştên qewimîn ji ajansa me re vegotin.    ÊRIŞKAR JI TAXÊN CUDA BÛN   El Hesen, diyar kir ku heta niha bi kesê re tu pirsgirêk ne jiyane û wiha got: “Ez beriya 8 salan bi malbata xwe re hatim vir û min dikana xwe vekir. Ez bi hevalê xwe yê tirk re bûm hevkar û em bi hev re dixebitin.” El Hesen bi lêv kir ku bi cîranên xwe re li hev dikin û difikire ku êrişkar ji taxên cuda hatine.    ‘TIŞTÊN ME DIZÎN’   El Hesen, da zanîn ku mobîlyayên li kargehê ji ber hatine rewşeke ku neyên bikaranîn mecbûr man ku dikanê vala bikin û wiha axivî: “Li hemberî dikana min dikaneke ku tiştên destên duyemîn difiroşe heye. Tenê camên wir şikandine. Lê ji ber ku tiştên me nû bûn cam şikandine û tiştên me dizine. Gelek zirara me heye. 10 televîzyonên LCD dizine û hemû taximên koltuxan çirandine. Nêzî 60 hezar lîre zirara me heye. Di dema êrişe de û di saetê serê sibê de tiştên me dizîne.”   ‘JI BO MALBATA XWE BI FIKAR IM’   El Hesen, bi lêv kir ku di saetên serê sibê de kesek hatiye cem wî û bi gotinên ‘çi karê we li vir heye. Hûn bisekinin em ê hêj çi bi serê we bînin. Hûn kom bikin em ê êvarî werin û dîsa hilweşînin û bişewitînin’ gef li wî xwariye.    El Hesen, destnîşan kir ku di dema êrişan de polîsan ne ew ne jî kargehên wan neparastin û wiha wiha axivî: “Polîsan tiştek nekir. Heke dikanên me parastibûna di vî halî de nedibûna. Tiştên mayî jî ez negirim wê werin wan jî bişewitînin, ez ji bo malbata xwe bi fikar im.”   ‘MIN NEKARÎ TIŞTEKÎ BIKIM’   Bekîr Coşkûn jî, anî ziman ku bi El Hesen re 6 sal in hevkariyê dikin û êriş bi van gotinan vegot: “Duh dema bûyeran ez li pêş dikanê bûm lê min nekarî tiştekî bikim. Ji ber ku gelek qelebalix bûn û herkes ji bo talankirinê hatibûn. Ji ber ku hevkarê min suriyeyî ye êrişî dikanê kirin lê gelek tiştên dikanê jî dizîn. Dema êrişê de koltuxên me avêtin derve û şewitandin.”   ‘POLÎSAN EM NE PARASTIN’   Coşkûn, diyar kir ku dema êrişan de êrişkaran wesayita agirkujiyê asteng kir ku derbas bibe û wiha berdewam kir: “Gelek qelebalix bûn wesayîta agirkujiyê asteng kirin û bi zanebûn her der şewitandin. Di êrişan de tenê penaberên suriyeyî zirar nedît. Ez tirk im lê pênç tiliyên dest ne wek hev in. Em li vir dixebitin, malê min zirar dît. Kî wê vê zirarê pêşwazî bike? Polîsan em ne parastin, tu tişt nekir. Ji xwe parastibûya di vî halî de nedibû.”   Xebatkarekî din jî, anî ziman ku têkildarî êriş û talankirinê giliya êrişkaran li polîsan nekirin û wiha got: “Wateya gilîkirinê nîne. Em ê giliyê kê li cem kê bikin.”   MA / Zemo Aggoz