Ligel dîmenên lêdanê jî, dadgehê doza tazmînatê red kir 2021-08-13 11:12:00   STENBOL - Aydin Aydogan di çalakiya hefteya 700’emîn a Dayikên Şemiyê de, di encama êrişa polîsan de destê wî şikiya bû. Aydogan li ser vê yekê doza tazmînatê li polîsan vekir, lê dadgehê daxwaza Aydogan a tazmînatê red kir.    Polîsan çalakiya hefteya 700’emîn a Dayikên Şemiyê ya di 25’ê tebaxa 2018’an de ku Wezareta Karên Hûndir hedef nîşan da astengkiribû û bi awayekî tund êrişî Dayikên Şemiyê yên xwestibûn biçin Qada Galatasarayê kiribûn. Aydin Aydogan ê di vê êrişê de destê wî şikiya bû, diyar kir ku polîsan li wan da, heqaret li wan kirin û li 5’emîn Dadgeha Îdare ya Stenbolê doza tazmînatê vekiri bû. Dadgehê bi biryara ku di 15’ê hezîranê de da daxwaza tazmînatê ya Aydogan ya 50 hezar lîre manewî û 10 hezar lîre jî madî red kir.    Dadgehê ligel ku Aydogan têkildarî êrişa polîsan wêne û dîmen jî pêşkeşî wê kirin, di biryara xwe de îdia kir ku “ne diyare ku gazînker tevlî bûye an jî tevlînebûye” û nehatiye tespît kirin ku Aydogan li cihê bûyerê birîndar bûye.   Aydogan ê bertek nîşanî biryarê da, bi lêv kir ku beriya ku çalakî dest pê bike rastî tundiya polîsan hatiye. Aydogan, bi bîr xist ku di encama lêdanê de destê wî şikestiye û wiha got: “Me têkildarî bûyerê dîmen pêşkeşî dosyayê kirin. Me xwest ku şahidên me werin guhdarkirin lê dozger guhdar nekir. Diyare ku ev biryara 5’emîn Dadgeha Îdare ya Stenbolê daye biryareke siyasî ye û di wijdana civakê de tu cihê wê nîne. Dadgehê tu delîlên şênber nenêrî û şahidên me guhdar nekir. Ligel ku dîmen hebûn jî tu ne wergirtin berçav.”