Rasho ya hat qetilkirin bi dirûşmeyan ber bi Şengalê ve hat rêkirin 2021-08-13 11:23:39 MÊRDÎN - Cenazeyê jina Êzidî Baran Hasan Rasho ya ji aliyê Serkan O. ve li Midyatê hat qatilkirin, bi dirûşmeyan ber bi Şengalê ve hat birêkirin.    Cenazeyê jina Êzidî Baran Hasan Rasho ya ku li aliyê Serkan O. ve di 6’ê Tebaxê de, li Taxa Ebşî ya girêdayî navçeya Midyat a Mêrdînê hat qetilkirin, teslîmî malbata wê hat kirin. Bavê Rasho Hasan Rasho Alî yê li Ewropayê dijî, hat Midyatê û cenazeyê keça xwe ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Midyatê girt. Bavê Rasho Alî ji aliyê komek Êzidî ve li Midyatê hat pêşwazîkirin. Bavê Rasho ewil çû Serdozgeriya Komarê ya Midyatê û gilî kir. Bav Alî dûre hat ber morga nexweşxanê.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Ûca û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) yên Mêrdînê malbata Rasho li pêş morgê pêşwazî kirin. Bav Alî li vê derê axaftinek kurt kir û wiha got: “Di sala 2014’an de, em neçar man ku ji ber zilam DAIŞ’ê birevin. Lê heman hişmendiyê li vê derê jî em dîtin.” Bavê Rasho di dema axaftinê de, kêliyên hestiyar jiyan, ne karî zêdetir biaxive û axaftina xwe di nivî de birî.     Dûre Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû, xwest daxuyanî bide, lê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.    Jinan di nîqaşa ku di vê kêliyê hat kirin de, bi tilîliyan re dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Li ser vê yekê wekîla HDP’ê Feleknas Ûca daxuyanî da. Ûca di axaftina xwe de wiha got: “Rasho ji komkujiya DAIŞ’ê reviya û xwe sparta vî welatî. Lê li vî welatî ji aliyê heman hişmendiyê ve hat qetilkirin. Em vê komkujiyê şermezar dikin.”   Piştî daxuyaniyê, cenazeyê Rasho ber bi Şengalê ve hat birêkirin. Hat hînbûn ku dayika Rasho Murê û endamên malbatê yên din, ji bo merasîma cenaze serbasî Şengalê bûne. Cenazeyê Rasho, wê li gorî baweriya Êzidiyan li Şengalê bi merasîmekê bê definkirin.