Hunermendê girtî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû 2021-08-13 12:07:20   EDENE - Hunermend Îlyas Arzû yê li girtîgeha lê dimîne, tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû.    Hunermend Îlyas Arzû yê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê dimîne, bi malbata xwe re bi telefonê axivî. Arzû, ragihand ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan daye dest pê kirin û di roja 260’emîn de didome, bûye.    'DIVÊ HERKES LI DIJÎ BÊEDALETIYÊ XWEDÎ HELWEST BE'   Arzû, diyar kir ku bi awayekî bêhiqûqî du meh in tê girtin û têkildarî ketina xwe ya çalakiya greva birçîbûnê ev peyam da: “Ji bo ku tecrîda li ser Îmraliyê bê rakirin weke hunermendekê ez jî dikevim çalakiya greva birçîbûnê. Weke hunermendekê min nedikarî  li dijî bêhiqûqî û neheqiyê bisekinim. Ji ber wê yekê ketim çalakiyê. Ne pêkane ku em hunermend li dijî neheqî û bêedaletiyên wisa bêdeng bimînin. Her mirov û hunermendên xwedî wijdan divê li dijî vê bêedaletiyê xwedî helwest be. Ez dixwazim diyar bikim ku dibim hevkarê vê berxwedana li zindanan û ji îro pê ve dikevim çalakiya greva birçîbûnê.”