Asayîşa PDK’ê ji malbata Tatli re got: Agahiya me jê nîne 2021-08-13 12:35:15 ÊLIH - Malbata Ayhan Tatli yê ku di nava koma HPG’ê ya 3 kesan pêk tê de cih digire û 18 rojin bi tu awayî agahî jê nayê girtin a çû Hewlêrê, serî li Asayîşa PKD’ê da. Asayîşa PDK’ê ji malbatê re got agahiya wan jê nîne.    Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nêzî gundê Bêxme yê girêdayî navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê di 26’ê Tîmehê de, êriş kiribû û komeke HPG’e ya ji 3 kesan Erdal Aslan (Serwer Serhat) ê ji navçeya Qereçoban a Erziromê, Ayhan Tatli (Wargeş Çevreş) ê ji navçeya Hezexê ya Şirnexê û Dijwar Berxwedan ê ji bajarê Hesekê yê Rojava pêk dihat winda bû. Piştî êrişê 18 rojin agahî ji koma HPG’ê nayê girtin.    Tevî hemû bangawaziyên hatin kirin jî, PDK'ê hêjî li ser vê mijarê daxuyaniyek nedaye.    MALBATA ÇÛ HEWLÊRÊ    Malbata Ayhan Tatli yêku di komê de cih digire, ji bo ku derbarê aqûbeta kurê xwe de agahiyekê bigire, bi rojane di nava hewldanan de ye. Apê Tatli di 7’ê Tebaxê de, çû bajarê Herêma Federe ya Kurdistanê û bi rayedarên Asayişê re hevdîtin kir. Lê tu agahiyek ji bo apê Tatli nehat dayîn.    Malbata Ayhan Tatli ya li bendê bû ku PDK derbarê lawê wan de daxuyaniyekê bide, hîn bû ku xizma wan endama YJA-Starê Gulgel Tatlî , li herêma Meydandere ya girêdayî gundê Marûnis a Colemêrgê, di şerî 26’ê Tîrmehê de, birîndar bûye û di 11’ê Tebaxê de, bi birîndarî hatiye girtin û şandine Girtîgeha Colemêrgê.    Xwişka Ayhan Tatli Hasîbe Tatli ya ku li pey şopa birayê xwe ketiye, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    'BI SALAN ZILM LI ME KIRIN’   Hasîbe Tatli, ya ku berî 20 salan ji navçeya Hezexê ya Şirnexê, ji ber zext û zilma li wan dihat kirin neçar man ku li Êlihê bi cih bibin, wiha axivî: “Demekê li ser malbata me zilmek mezin a dewletê hebû. Gelek endamên malbata me hatin girtin û bi salan di girtîgehan de man. Bi salan zilm li me hat kirin. Ji ber van hemû sedeman birayê min Ayhan û xwişka min beşdarî gerîla bûn. Berî ku Ayhan biçe, li Êlihê şivantî dikir û derdiket zozanan.”   ‘EZ BIRAYÊ XWE DIXWAZIM’   Tatli, fikarên xwe yên derbarê rewşa birayê xwe Ayhan Tatli de anîn ziman û wiha got: “Ji birayê min û hevalên wî ev 18 rojin agahî nayê girtin. Ez birayê xwe dixwazim. Birayê min mirî be jî, sax jî be, bila bidin me. Êdî bese. Bila dilê me ne şewitînin. Em 7 xwişk û birane. 18 rojin ne şev şeva me ye, ne jî roj roja me ye. Vê zilmê bi dawî bikin.”   ‘AGAHIYA ME TUNEYE’   Tatli, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Apê min ji bo ku rewşa birayê min hîn bibe, di 7’ê Tebaxê de çû Hewlêrê. Bi rayedarên Asayîşê re hevdîtin kir. Ji ber ku dayik û bavê min extiyarin nikarin biçin. Ji ber vê apê min çû. Lê rayedarên Asayişê ji apê min re gotin, ‘tu agahiya wan nîne.’ Dema ku apê min bi israr pirs dike, ji wî re dibêjin, ‘Mesût Barzanî li nexweşxanê tê dermankirin, dema ku dermankirina wî bi dawî bû, em ê we agahdar bikin.’ Em naxwazin li benda emeliyat û nexweşiya wî bimînin. Em demildest birayê xwe dixwazin. Êdî bese. Bila êdî dilê tu dayîkan neşewite.”    BERTEK NÎŞANÎ PDK’Ê DA   Xwişka Tatli, nêzîkatiya PDK’ê rexne kir û ev bertek nîşna da: “Me Mesut Barzanî wek bira didît. Lê ew bi dewleta Tirk re dijminantiya me dike. Em rewşa birayê xwe mereq dikin. Em dixwazin derbarê rewşa wî de agahî bigirin. Em nexwazin birayê min û hevalên wî teslîmî dewleta Tirk bikin.”