Qeymeqamê Qoserê ji AKP’ê re bû sponsor 2021-08-13 12:35:55   RIHA - Qeymeqam û qeyûmê Qoserê Huseyîn Çam, ji “Hevdîtina hilbijêrên nû” ya Baskên Ciwanan a AKP’ê ya Mêrdînê re bû sponsor.    Baskên Ciwanan a AKP’ê ya Mêrdînê ji bo gera hilbijartinê ya duh li Rihayê pêk anîn, ji Qeymeqamê Qoserê û di heman demê de qeyûmê Şaredariya Qoserê Huseyîn Çam re spasiyên xwe peşkeş kir. Serokê Baskên Ciwanan ê AKP’ê yê Mêrdînê Mehmet Savaşçi, wêneyên têkildarî gera di bin navê “Hevdîtina hilbijêrên nû” li navçeya Xelfetiyê û navenda Rihayê pêk anîn, li ser hesabên xwe yên medya sanal Huseyîn Çam etîket kirin û ev peyam parve kir: “Di hevdîtina me ya hilbijêrên nû ya Qoserê de, li gorî daxwaza ciwanên me, me gera xwe ya Xelfetiyê û Rihayê pêk anî. Ji bo alîkariya Qeyqemeqamê me yê Qoserê @huseyincam84 em spasiyên xwe pêşkeş dikin.” Heman wêne û peyam li ser hesabên Baskên Ciwanan a AKP’ê ya Mêrdînê jî, hatin parvekirin.   Welatiyên ku heman wêne ji hesabên xwe yên medya sanal de parve kirin jî bertek nîşanî alikariya qeyûm û qeymeqamê Qoserê ya ji bo xebatên hilbijartinê yên AKP’ê da. Welatiyekî ku wêne parve kirin û wiha got: “Baskên Ciwanan a AKP’ê ya Mêrdînê, di sponsoriya Qeymeqam û qeyûm de xebatên hilbijartinê kirine.” Welatiyekî din jî wiha got: “Weke Qoseriyekî ez heqê xwe helal nakim. Hilbijêrên we yên ew qas dewlemend çima alikariya wan nakin?”   AŞÛRE BELAV KIRIN   Li aliyê din hat hînbûn ku Qeyûm Çam duh ligel Serokê AKP’ê yê Qoserê Bulent Şahîn li ser Cadeya Qoserê aşûre belav kiriye.