Êlih ji hevdîtina 'Dema Azadiyê' re amade ye 2021-08-13 13:35:08 ÊLIH - Li Êlihê, amadekariyên hevdîtina "Dema Azadiyê" ku wê sibê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir bê kirin, temam bûn.    Di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de wê sibê li Êlihê ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hevdîtina gel bê lidarxistin. Amedekariyên ku beriya çend rojan ji bo hevdîtinê dest pê kiribûn temam bûn. Wê hevdîtin li Qada Newrozê ya li taxa Baglarê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir saet di 18.00'an de bê kirin û Koma Gule Xerzan û Hunermend Şerzat jî derkevin ser dikê.   Berdevka TJA'ye ya Êlihê û Hevberdevka Komîteya Amedekar  Gulistan Sonuk, têkildarî amadekariyên ku kirine axivî û agahî dan. Sonuk, da zanîn ku starta xebata xwe di 10'ê tebaxê de dane û bi heyetên ku parlamenterên wan jî têde cih girtine li navenda û navçeyan serdanan kirine û banga tevlîbûna mîtîngê li gel kirine. Sonuk, da zanîn ku ji bo hevdîtina wan xurt derbas bibe zêde xebat kirine û dîtine ku rexmî zextên desthilata AKP'ê jî gel li partiya wan xwedî derdikevin.    Di berdewamê de Sonuk, bi lêv kir ku di serdanên xwe de daxwaza rakirina tecrîdê kirine û got ku niha dora Êlihê ye û bang li gel kir ku dengê xwe yê li dijî tecrîd, komkujiyên jinan, êrişên aborî û siyasî bilind bikin.