Kaya yê tedawiya bi kelepçê red kir, paşve şandin girtîgehê 2021-08-13 13:49:21   AMED - Bulent Kaya yê li Girtîgeha Hejmara 1 a Kocaeliyê girtiye, ji ber ku li nexweşxanê tedawiya bi kelepçe red kir, paşve şandin girtîgehê.    Bulent Kaya yê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Hejmara 1 a Kocaeliyê girtiye, di 28’ê Tîrmehê de, ji ber nexweşiyên xwe sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Seka hat kirin. Kaya ji ber ku tedawiya bi kelepçe red kir, wî paşve şandin girtîgehê. Kaya ji sala 2012’an ve girtiye û cezayê muebata giran lê hatiye birîn. Kaya ev 4 salin li Girtîgeha Kocaeliyê di hucreya yek kesî de, tê girtin.   ZEXT Û FERZKIRINA KELEPÇEYÊ   Dayika Kaya Hatûn Kaya, hevdîtina telefonê ya di 8’ê Tebaxê de, bi kurê xwe re kiribû, wiha vegot: “Ji ber fitiqê pişta min pir diêşe. Êşa pişta min davêje lingên min. Ez çûm nexweşxanê. Bijîşk Bîlge Efe, ji min xwest ku bi destên xwe yên kelepçekirî li ser sedyê xwe dirêj bikim. Min jî ji wê re got, di vê rewşê de nikarim xwe dirêj bikim. Bijîşk ji min re got, 'Ger were hesabê te, tu yê razî, ger neyê hesabê te, tu yê ranezî.' Min jî tedawiya bi kelepçeyê qebûl nekir. Ligel êşên min dikişandin jî, bijîşk ez tedawî nekirim û paşve şandim girtîgehê. Di ser de jî, ji ber şewbê ez cardin 15 rojan di karantînayê de girtim. Hemû girtî heman rewşê dijî.”   Dayika Kaya, diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa koronayê û pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê, 2 salin kurê xwe nabîne. Kaya, da zanîn ku tiştên tên jiyîn nayin qebûl kirin û wiha got: “Ez ê derbarê van binpêkirinên mafan de serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bidim. Kurê min jî wê derbarê bijîşk de, li Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) gilî bike.”