Rojnamevan Canozer di 6 salan de cara 4’emîne tê binçavkirin 2021-08-13 14:19:33   AMED - Rojnamevan Berîtan Canozer, ji sala 2015’an ve bi hêceta xebatên xwe yên rojnamevantî û parvekirinên medya sanal 4 caran hat binçavkirin, carekê hat girtin û derbarê wê de gelek lêpirsîn hatin vekirin.    Di çarçoveya lepirsîneke ku li Amedê tê birêvebirin nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozer jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Canozer a ji sala 2014’an ve xebatên xwe yên rojnamevantiyê didomîne, di vê navberê de 4 caran hat binçavkirin, careke hat girtin û derbarê wê de gelek lêpirsîn hatin vekirin.   HÊCETA ‘BI KELECAN E’   Canozer, cara ewil dema di 16’ê kanûna 2015’an de li navçeya Sûra Amedê çalakiyek dişopand bi hêceta ku ‘bi kelecan e’ hatibû binçavkirin û pişt re hatibû girtin. Canozer, piştî ku 4 mehan girtî mabû, di danişîna ewil a dozê de hatibû berdan.    LI PARKÊ HATIN BINÇAVKIRIN   Canozer û nûçegihana Jinnewsê Berîtan Elyakût, dema li Amedê di 21’ê çileya 2019’an de li parkekê rûdiniştin hatibûn binçavkirin. Rojnamevanên ku biribûn miduriyeta polîsan, piştî îfadeyên wan hatibûn girtin, hatibûn berdan. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya parvekirinên medya sanal ên têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû dest pê kirin di 11’ê cotmeha 2019’an de polîsan bi ser mala Canozer de girtibûn lê ji ber Canozer ne li malê bû nehati bû binçavkirin.    CEZAYÊ HEFSÊ    Derbarê Canozer de di sala 2020’an de bi hêceta parvekirinên medya sanal doz hat vekirin. Di doza hat vekirin de li Canozer salek 10 meh û 15 roj cezayê hefsê hat birîn.    DI NAVA SALEKÊ DE BINÇAVKIRINA DUYEMÎN   Canozer, a di 5’ê nîsana 2021’an de bi serdegirtina mala xwe ya li navçeya Rezana Amedê de hatibû binçavkirin, piştî pêvajoya binçavkirinê ya 3 rojan bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Canozer, di çarçoveya lêpirsîneke ku derbarê wê de hatiye vekirin îro serê sibê careke din hat binçavkirin. Canozer a sedemê binçavkirina wê nehat zanîn li Miduriyeta Polîsa a Amedê tê ragirtin.