Têkildarî êrişa li Altindagê 72 kesên din hatin binçavkirin 2021-08-13 14:42:26 ENQERE - Miduriyeta Polîsan a Enqerê, da xuya kirin ku têkildarî êrişa nijadperest a li navçeya Altindagê 72 kes hatin binçavkirin   Li Taxa Battalgazî ya navçeya Altindag a Enqerê, di 11’ê Tebaxê de, di navbera Emîrhan Yalçin, Alî Yasîn Guler û xizmên wan ên biyanî Yahya Abdo û Muhammed Abdo yên li parkê rûniştibûn de, nîqaş dekret. Piştî demekê nîqaş veguherî şer. Yahya Abdo, di şer de Emîrhan Yalçin û Alî Yasîn Guler kêr kirin. Emîrhan Yalçinê birîndar ê rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Yahya Abdo û Muhammed Abdo yên hatin binçavkirin jî, sewqî dadgehê hatin kirin û bi sûcdariya “bi kuştina zanebûn” hatin girtin.     Hin komên nijadperest piştî mirina Yalçin, li taxên Battalgazî û Onder, êrişî malbatên penaber ên sûriyeyî kirin. Di van êrişên, di 11 û 12’ê Tebaxê rû dan de, mal û kargehên penaberan hatin talankirin.    Têkildarî van êrişan 76 kes hatibûn binçavkirin. Miduriyeta Polîsan a Enqerê, da xuya kirin ku 72 kesên jîn jî derbarê van êrişan de hatine binçavkirin.