SUDEF: Bila faîlên Gevriye Sari bên dîtin 2021-08-13 14:43:25   MÊRDÎN - Federasyona Komeleyên Suryaniyan, ji rayedaran daxwaz kir ku faîlên Gevriye Sari ku di 8'ê tebaxê de hatibû kuştin derbixin holê.    Suryanî Gevriye Sari ku li taxa Dibak a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dijiya, di 8'ê tebaxê de ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan nediyar ve hatibû kuştin. Federasyona Komeleyên Suryaniyan (SUDEF) têkildarî kuştina Sari daxuyaniyeke nivîskî da û ji rayedaran daxwaz kir ku faîlên Sari derbixin holê.   SUDEF, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku cinayeteke din li cînayetên li dijî suryaniyan zêde bûye û wiha got: "Ji salên 1990'î ve ji aliyê gelek derdor û kontroyan ve bi armancên cuda êriş pêk hatine. Gelek cînayet jî weke faîlî meçhûl mane. Bi van cînayetên ku hesabê wan nehatiye pirsîn re gelek gundên suryaniyan hatine valakirin û bi hezaran malbat neçar me ji cihên xwe koçber bibin. Hin hêz vegera suryaniyan a li warên wan asteng dikin."   Di dawiya daxuyaniyê de SUDEF'ê bang li rayedarên dewletê kir ku ewlehiya canê surniyan bigire û ji sazî û dezgehên surniyan jî daxwaz kir ku dengê xwe li dijî lîstikên li ser herêma Bagok û Rayiteyê tên leyîstin bilind bikin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.