Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz hat girtin 2021-08-13 15:33:28 MÛŞ - Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Belma Nêrgiz a di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, hat girtin.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Belma Nêrgiz, di 11’ê Tebaxê de, di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Nêrgiz, piştî lêpirsîna li Miduriyeta Polîsan sewqî edliyê hat kirin. Dozger bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” Nêrgiz sewqî dadgehê kir û xwest barê wê de biryara girtinê bide.    Nêrgiz a derket pêşberî dadger, bi heman îdîayê hat girtin û şandin girtîgehê.