Balafirên şer ên tirk sivîlek qetil kirin 2021-08-13 15:34:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Di bomberana balafirên Artêşa Tirk ên ser gundê Dêşîşê ya herêma Behdînanê de sivîlek jiyana xwe ji dest da.   Balafirên şer ên Artêşa Tirk, gundê Dêşîşê yê girêdayî bajaroka Kanîmasî ya li herêma Behdînan a Herêma Kurdistana bombebaran kirin. Li gorî nûçeya ku Rojnewsê derbas kiriye, welatiyê sivîl ê bi navê Îbrahîm Hesen di bomberanê de hatiye qetilkirin.