3 bajar weke herêma bobelatê hatin îlankirin 2021-08-13 15:48:38   KASTAMONU - Serokkomar Erdogan, serdana navçeya Bozkûrt a lehî lê rabûye kir û ragihand ku 3 bajaran weke herêma bobelatê îlan kirine.    Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, serdana navçeya Bozkûrtê ya Kastamonûyê ya lehî lê rabûye kir. Erdogan, di serdana xwe de agahî da ku ji ber lehiyên li wan rabûne û xesarên mezin pêk hatine Kastamonû, Bartin û Sînopê weke herêma bobelatê îlan kirine. Erdogan, diyar kir ku li gelek deverên dinyayê bobelat çêdibin û ev tişt got: "Li Amerîka, Kanada, Almanyayê jî wiha ye. serê wan bi bobelatan re di belayê de ye."