Li Girtîgeha Çûkûrovayê girtî ji hemû mafan bêpar in 2021-08-13 16:43:59   EDENE - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Yakûp Ataş, Rapora Binpêkirinên Mafan ên Girtîgehên Çûkûrovayê, diyar kir ku ceza di nav ceza de li girtiyan tê birîn û ji hemû mafên xwe bêpar in.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edenê, li avahiya xwe Rapora Binpêkirinên Mafan ên Girtîgehên Çûkûrovayê ku amade kiribû aşkera kir. Gelek nûnerên saziyan tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê Yakûp Ataş, rapoê ji raya giştî re aşkera kir û da zanîn ku rapora xwe bi hevdîtinên ku li girtîgehan kirine û serlêdanên ku ji bo wan hatine kirin amade kirine. Ataş, bi lêv kir ku pêkanînên tecrîdê li girtîgehan rûtîn bûne û got ku binpêkirinên mafan ên mîna îşkence, astengkirina mafê têkilî danînê, lêgerîna tazî, tenduristî û tedawiyê pêk tên.