Li Qoserê gel vexwendin hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ 2021-08-13 16:53:25   MÊRDÎN - HDP’iyan, di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê” de ku wê di 17’ê tebaxê de li Qoserê bê lidarxistin de, banga tevlîbûna hevdîtina gel kirin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê” de, di 17’ê tebaxê de, li Qada Otogarê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê hevdîtina gel li dar bixin. Ji bo hevdîtina ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel û parlementer tevlî dibin, li bajêr serdanên gel pêk hatin.    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, ligel rêveberên partiya xwe ya Rêxistina Qoserê fabrîkayên tekstîlê yên bajêr ziyaret kirin. Gunay a ku xebatkarên tekstîlê vexwendin hevdîtinê wiha got: “Polîtîkaya desthilatê ya dijminatiya kurdan didome. Ji bo ku em berteka xwe û hevrebûyîna xwe nîşan bidin, em dixwazin hûn jî di nava me de bin.”   HDP’iyan piştî serdanê li navçeyê belavokên vexwendinê belav kirin.