Li Elkê agir bi daristanê ket 2021-08-13 17:22:01   ŞIRNEX - Li gundê Setkar ê Elkê agir bi daristanê ket. Agir, ji ber gulebaran eskeran bi daristanê ket.    Li gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê, ji ber gulebaran eskeran agir bi daristanê ket. Gundiyan xwest mudaxileyî agir bikin, lê eskeran ew asteng kirin. Gundiyan ragihand ku agir berbelav dibe û kaya wan û heywanên wan li devera li jora şewatê ne û dibe ku ew jî bişewitin. Gundiyan ji bo alîkariyê bang kirin.    Li heman herêmê berê jî eskeran şivan gulebaran kiribûn û gef li wan xwaribûn û gotibûn: "Heywanên xwe bibin, yan na em ê we bikujin."