Hevserokên giştî yên DBP û HDP'ê li Çewligê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin 2021-08-13 17:42:42   ÇEWLIG - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, li Çewligê bi coş hatin pêşwazîkirin. Di dema serdana esnafan de li kolanan dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hat berzkirin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di çarçoveya kampanyaya "Dem Dema Azadiyê ye" de li Çewligê hevdîtin bi gel re kirin. Beriya hevdîtinê Keskîn Bayindir, parlementerên HDP'ê yên herêmê û rêvebirên navendê li Balafirgeha Çewligê Bûldanê bi kulîlkan pêşwazî kirin.    ‘EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN'    Hevserokên giştî yên DBP û HDP'ê paşê bi konvoyeke ji dehan wesayîtan pêk dihat çûn navenda bajêr. Hevserokên giştî li navenda bajêr bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Di dema serdanê de li kuçe û kolanan dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" tim hat berzkirin.    TECRÎD   Li Kolana Înonuyê ciwanên ku bi heyetê re meşiyan, pankarta li ser "Tecrîd sûc e li hemberî mirovahiyê, girtiyên siyasî rûmeta me ne, HDP li her derî ye" nivîsandî hilgirtin û bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.   Hevserokên giştî piştî çaya ku esnafan îkramî wan kir, bi awayekî girseyî çûn avahiya HDP'a Çewligê. Dê hevserok li ber avahiya partiyê bi gel re biaxivin.