Heyeta KCD û DBP'ê li sînor e: Kurd bi sedan sal in têdikoşin 2021-08-13 17:53:35   COLEMÊRG - Heyeta KCD û DBP'ê ku li gundên Parewê, Bêgehnê û Nav Beroja yên Rûbarok a Colemêrgê hevdîtin bi gel re çêkir, destnîşan kir ku kurd bi sedan sal in li hemberî faşîzmê û bişavtinê bi awayekî destanî têdikoşin.    Li Colemêrg û navçeyên wê hevdîtinên Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz ên di çarçoveya "Em xwe birêxistin dikin li dijî faşîzmê" didomin. Heyet, li gundên Parewê, Bêgejnê, Nav Beroja yên Rûbarok a Colemêrgê hevdîtin bi gel re kirin. Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, hevserokên HDP'ê yên Colemêrg û Şemzînanê, rêvebirên partiyê û endamên meclîsa Şaredariya Şemzînanê jî bi heyetê re çûn gundan.    TÊKOŞÎNEKE DESTANÎ   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku di dema hevdîtinan de axivî got: "Kurdistan sed sal berê li Lozanê dabeşî 4 perçeyan hat kirin û bi vê perçekirinê re zilm zêde bûn. Sînor danîn navebra me û xizmên me yên li wî aliyê sînor. Armanca vê perçekirinê ew bû ku di warê aborî û çandî de kurdan bikin 4 perçe û tune bikin. Xwestin gelê kurd bikin kole. Xwestin dengên wan bitepisînin. Lê bi ser neketin. Gelê kurd bi sedan sal e têdikoşe. Kurd li dujî faşîzmê, bişavtinê û tunekirin bi salan e bi awayekî destanî têdikoşe. Heya niha gelek bedêl dan."    Piştî serdana gundan heyet çû Şemzînanê.