Rojnamevan Guleş hat berdan 2021-08-13 19:21:45   AMED - Rojnamevan Mehmet Guleş ku di Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 1'ê de bû, hat berdan.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin Mehmet Guleş ku di Girtîgeha Xarpêtê ya 1'ê de bû hat berdan. Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û hevalên Guleş ên rojnamevan û malbata wî ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin.    Guleş got: "Çendî ez hatibim berdan jî lê hêlek min li girtîgehê ye. Ji ber zextên li girtîgehan tu bikî nekî, hiş û aqilê me li ser girtiyan e. Ji ber pandemiyê girtî baş nayên tedawîkirin. Girtiyên siyasî 260 roj in di greva birçîbûnê de ne û ji ber di vî warî de gav nayên avêtin, gilpîna dilê me ji bo hevalên me yên girtî ye."    Guleş, di 5'ê Kanûna 2016'an de li Xarpêtê di dema şopandina nûçeyan de hatibû binçavkirin û di 7'ê Kanûna 2016'an de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Di 3'yê Gulana 2017'an de 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Guleş hatibû birîn.   Guleş piştî 5 salan hat berdan.